Nivîskar û Rojnamevanê Kurd Mistefa Salih di 85 saliya xwe de li Silêmanî koça dawî kir.

Nivîskar û Rojnamevan Mistefa Salih sala 1933’an li bajarê Silêmanî ji dayîk bûye. Mistefa Salih cihê xwe di şoreşa Îlon û şoreşa nû ya li Başûrê Kurdistanê de girtiye.

Mistefa Salih 32 salan mamosteyî û karê rêveberiya perwerdê kiriye.

Mistefa Salih salên 1970-1974’an, di 4 konfrensan de 4 caran wekî sekreterê Şaxê Yekîtiya Nivîskaran a Silêmanî hat hilbijartin.

Mistefa Salih 10 pirtûkên wêjeyî nivîsîne. Hinek pirtûkên wî bi zimanê Erebî û hinek jî bi zimanê Kurdî hatine çapkirin.

Mistefa Salih doh ji ber nexweşiyekê di 85 saliya xwe de, li bajarê Silêmanî wefat kir.

 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ