Li hemberî vê pêşketinê Iraq û Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê bertekên xwe bi daxuyaniyan nişan bidin jî, wan daxuyaniyan tu bandor li ser kesekî nekir. Piştî ku DAÎŞ’ê xebatkarên balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Misûlê jî revandin, berdevkên hikûmeta AKP’ê dest bi daxuyaniyên tund kirin. Lê di daxuyaniyên Tirkiyeyê de ji DAÎŞ’ê wêdetir, berpirsiyartiya hikûmeta Iraqê hên bêtir derket pêş. Di daxuyaniyên hikûmeta Tirk de hedef kî ye zêde ne diyar e.
Wekî tê zanîn; him li Suriyeyê him jî li Iraqê ji bo pêşîgirtina destketiyên Kurdan, heta îro Tirkiye piştgirî da hemû hêzên dijkurd. Ji ber vê yeke, ne diyarê; gelo hêrsa Tirkiyeyê li dijî pêngava DAÎŞ’ê ye, li dijî hikûmeta El Malîk ya Iraqê ye an jî li dijî pêşîvebûna rewşeke nû ya ku pê Kurd wê destketiyên nû bidest bixin e?!.
Wer tê xuyakirin; dewleta Tirk a ku di tevlîheviya li Suriyeyê de nikanî pêşiya şoreşa Kurdên Rojava bigire, niha ketiya tirsa ku bi vê tevlîheviya dawî re Kurd wê li Iraqê herêmên ku statûya wan hên nediyar e, yên wekî Kerkûk, Xaneqîn û bakurê Misûlê bixin bin kontrola xwe û li seranserê axa başûrê Kurdistanê rêveberiya xwe bidin sazkirin. Belkî jî wê dewletekî serbixwe îlan bikin. Bêguman bi vê yekê re, petrola başûrê Kurdistanê jî wê bi giştî bi destê Kurdan were xebitandin û ew jî wê sewa Kurdan giştan pêşketinên nû yên siyasî bi xwe re bîne…
Di vê meseleye de helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) jî balkêş e. PDK û çapemeniya wê di destpêkê de li hemberî bi destxistina Misûlê ji hela DAÎŞ’ê ve bêdeng ma. Dema min ev nivîs li Silêmaniyê dinivîsand, piraniya kesên ku ez pê re axivîm digotin tiliya PDK’ê jî di van êrîşan de heye! Herçiqas mirov nexwaze bi van îdiayan bawer bike jî, polîtîkayên PDK’ê yên li hember pêşketinên Kurdan ên li Rojava, mirov dixe dudiliyeke trajîk! Helbet tu Kurd naxwazin PDK wek rêxistineke Kurd, rolekî wer bêxêr bilîze. Lê eger lîstibe an jî bilîze; wê çaxê ne Kurd ne jî dîrok wê wê efû bikin. Ji ber vê yekê divê PDK li hember pirsgirêkên neteweyî rol û helwesta xwe cardin di ber çavan re derbas bike û di van rojên dîrokî de bi polîtîkayên xizmetî yekîtiya neteweyî bikin re xema ku wê xistiye dilê Kurdan bi xwe ji holê rake…
Pêşketinên li Iraqê, ji ber bi hêzbûna DAÎŞ’ê tirs û metirsiyekê derêxe holê jî, ji bo Kurdan belkî jî pêşiya destketiyên dîrokî jî vedike. Piştî şoreşa Rojava, vê carê jî şoreşek li Başûr di rê de ye!.. Koma Civakên Kurdistan (KCK), Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Komalgeyî Demokrasî û Azadiya Rojhilatê Kurdistan (KODAR) bona parastina Kurdên li Şengal, Misûl, Kerkûk û herêmên din banga piştgiriya bi pêşmergeyan re û tevlîbûna berxwedanê kirin. Herwiha tê gotin ku li herêma Şengalê hêzên Yekîtiya Parastina Gel (YPG) ên Rojava piştgirî dane peşmergeyan û hêzên DAÎŞ’ê ji çend navçeyên Kurd derxistine. Mafê tu Kurdekî an jî hêzeke Kurd tûne ye ku ev ruhê Kurdistanî bêbersiv bihêle û li hember ev firsendê dîrokî bê helwest bimîne. Şoreşeke nû li Başûr; çima nebe?!..
Misûl, tirsa Tirkiyê, şoreşa Kurdan…
Ji ber ku carekê kevir ji şûnê hatin livandin, heta ku bînayek yanî pergaleke nû ya siyasî ya gorî berjewendiya xelkên Rojhilata Navîn neyê çêkirin, ev kaos û tevlîhevî wê berdewam bike. Careke din aşkere bû ku li herêmê destê herkesî di bêrîka herkesî de ye û ev yek çawa pêk tê hinek bê famkirin jî bi aşkereyî tu kes nizane. Du an sê hezar çekdarên rêxistina Dewleta îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) di nava çend saetan de bajarê Misûl yê xwedî nifûseke 3,5 milyonî bi dest dixin; him jî bêyî teqandina guleyekê!.. Paşê herwiha li bajarê Tîgrîtê jî bi heman awayî kontrolê dixin bin destê xwe. Ev rêxistina ku bi navê Îslamê hovîtiyê li ser xelkên herêmî dide meşandin, di heman demê de, di serî de Kerkûk û Şengal, bajar û herêmên Kurdan jî tehdit dike û di nava amadekariya ketina nava van bajaran de ye. Mirov dikane vê analîzê bike; ku ev rêxistin bi navê hêzên navdewletî û bi pêşîvekirina wan ketiye nava liv û tevgereke ku encama wê wê çi bibe, ne diyar e…