• Serekê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan bi serdaneke veşartî çû Bexdayê. Wî hem xwest berjewendiyên aborî yên dewleta Tirk biparêze û hem jî li dijî siyaseta Kurdan a li Başûrê Kurdistanê û Rojava jî tesîrê li Bexdayê bike.
Hakan Fîdan weke serekê îstîxbarata Tirk li Bexdayê hevdîtinên bi dizî bi rayedarên hikûmeta navendî re kirine. Li gorî kovara The Arab Weekly, Hakan Fîdan hem di warê planên reformê yên Bexdayê yê elaqedarî aborî û bazirganiyê de ji bo ku "berjewendiyên dewleta Tirk misoger bike" ev hevdîtin kirine û hem jî ji bo karê xwe yê esasî bike: şerê li dijî Kurdan, bi hildana navê PKK´ê û bi gotina aciziya xwe ji "dûrketina" Kurdan ji Bexdayê û diyaloga Rojava bi Iraqê re. Li gorî kovarê ev serdana bi dizî û dewra yekê ya diyaloga Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di heman demê de bi rê ve çûne. Li gorî ku kovar disipêre çavkaniyên ji Bexdayê yê bawerî bi wan tê, Hakan Fîdan lê hewaya diyaloga di navbera Iraq û DYE´yê de kolaye. Di encama dewra yekê ya vê diyalogê de DYE´yê biryar dabû ku hejmara eskerên xwe li Iraqê kêm bike. Li gorî kovarê, Hakan Fîdan ji berê ve serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa el-Kazimî nas dike û dixwaze vê naskirina xwe ji bo berjewendiyên dewleta Tirk bi kar bîne. Vê jî wê di çarçoveya reformên aborî yên Bexdayê de bike. Li gorî kovarê ev serdan veşartî maye, ji ber ku hikûmeta Iraqê ti garantî nedaye dewleta Tirk û têkiliyên heyî yên aborî weke berê bi dewleta Tirk re dewam bikin. Li dijî tesîra Başûrê Kurdistanê Kovar paşê bi nivîskar Cengiz Aktar re peyiviye. Ew jî bi bîr dixe ku Hakan Fîdan û Kayimî berê bi hev re hevkarî kiriye, ji ber ku hevpîşe bûne. Li gorî wî berê jî û niha jî ew li ser meseleya "hebûna PKK´ê li Kurdistana Iraqê" û "hewldana Kurdên Iraqê ya xwe birêvebirina karûbarên xwe dûrî tesîra Bexdayê" de peyivîne, ji ber ku ev mijar siberoja têkiliyên di navbera Bexda û Enqereyê de diyar dike. Li gorî Aktar, Tirkiye êdî li Iraqê ne aktorekî diyarker e û kirinên wê timî rê li ber refleks û reaksiyonên nerazîbûnê li aliyê Iraqê vedike. Sedem jî xasma ew e ku bloka Sunî ya Enqerê pişta wê digirt, êdî li bexdayê qels e. Bi ya Cengiz Aktar, ji ber wê dewleta Tirk hêvî dike ku ji hevdîtina Fîdan a bi Kazimî -kevnehevpîşeyê Fîdan e - re di vê mijara li jêr de li xêra wê be: Kêmkirina tesîra Kurdan "li bakurê Iraqê" yanî li Başûrê Kurdistanê. Gelo li dijî Mezlûm Ebdî çû Bexdayê? Bi ya wî, elaqeya serdana Hakan Fîdan û serdana Fermandarê Giştî yê QSD´ê ya Bexdayê ya beriya niha bi hev re heye; û Hakan Fîdan nerazîbûna dewleta Tirk a ji nêzîkbûna hev a "Kurdên Sûriyê" û Bexdayê jî ji rayedarên li Bexda yê re gotiye. n FRANKFURT