Li ser serên me, li wê fezaya nêzîkî dinyayê tevî ku her tişt aram diyar e, ev bi tenê wisa xuya ye. Lewma carinan enerjiya berhevbûyî, zerreyên lev dihêwirin dikin ku temaşeyeke hêja peyde bibe: têqîneke xurt a bi birqîn; ji saniyeyekê kurttir dewam dike, dike ku bi milyonan elektron bi leza supersonîk bi carekê bifirin. Hin jê ber bi fezaya bêdawî xuya ve, hin jê ber bi meydanên manyetîk ên dinyaya me ve û li wir jî ew aurayan çêdikin. Mîsyona NASA ya Pirralîpîvana Magnetosferîk (Magnetospheric Multiscale-MMS) gelek ji van teqînan heta niha dîtine û qeyd kirine. Ji dinyayê û wê de, dûrî heyvê, bi awayekî bi rêkûpêk meydanên manyetîk rastî hev tên. Ji aliyê roja me ve meydanên manyetîk rastî meydanên manyetîk ên dinyaya me ku asîmetrîk in, tên. Axir ev jî bi wan teqînên dibiriqînin ên li fezayê bi encam dibe. Ev jî her roj rû dide. WASHINGTON