Dîmenên çalakiya li Kanî Masî ya ku li dijî MÎT a Tirk hate kirin, MÎT gelekî aciz kir! Piştî ku dîmen hatin weşandin, ji gelek welatan êrişa sîber li dijî ajansa ANFʼê hate kirin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo 13’ê Gulanê li dijî MÎT’ê ya li qereqola Kanî Masî ya li Başûrê Kurdistanê çalakiye kir û dîmenê wê di ajansa ANFê de hate weşandin. ANFê ragihand ku ji dema wan dîmen weşandiye, ji gelek welatan bi carekê êrişa sîber li dijî wan destpê kiriye.
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî çalakiyê ev agahî dabû:
”13’ê Gulanê yekîneyên me yên tolhildanê yên şehîd Bedran Gundikremo, li navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê li nuqteyeke taybet a MÎT’ê ya li qereqola Kanî Masî xistin, ku artêşa TC a dagirker lê bû. Derbên giran li nuqteyên dijmin hatin xistin, ji dijmin gelek kuştî çêbûn, lê hejmar nehate eşkerekirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN