Pisporê îstîxbaratê yê Elmanyayê Erîch Schmîdt-Eenboom li ser îfadeyên berpirsên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney sekinî û diyar kir ku ‘ev agahî rast in’. Pekçetîn û Guney der barê qetlîama Parîsê agahî dabûn.
Şeva din di bernameya nûçeyan a bi navê ‘Zoom’ê ya kanala Elman ZDF’ê de xebatên îstixbarata Tirk MÎT’ê yên li Elmanyayê bi berfirehî hatin diyarkirin. Di bernameyê de hat gotin, li Elmanyayê 8 hezar kes ji MÎT’ê re dixebitin û di xebatên îstîxbarata Tirk de 900 camiyên girêdayî DÎTÎB’ê roleke girîng dilîzin.
Di bernameyê de agahî hat dayîn ku li van camiyan îmamên Tirk der barê muxalifên rejîma Erdogan de agahiyan didin konsolosxane û sefaretxaneyan, di sala 2017’an de li dijî hin îmamên sîxur de lêpirsîn hatine destpêkirin, lê piştî wextekî ev dosye hatine girtin. Di bernameyê de qala pîlana sûîqestê ya li dijî Hayko Bagdat hate kirin. Hate diyarkirin ku ji ber îxbara sîxurekî MÎT’ê yê li eyaleta NRW’ê li dijî li Tirkiyeyê li dijî parlementerê berê yê HDP’ê Tûrgût Oker doz hatiye vekirin. Ji van agahiyan jî diyar dibe ku dewleta Elman çavê xwe li kirinên MÎTê digire û jiyana muxalifan li Elmanyayê ewle nîne.
MÎT li Elmanyayê çalak e
Di bernameyê de hate diyarkirin ku li dijî gelek çalakgerên wekî Oker û kesên li ser medyaya civakî rejîma Erdogan rexne dikin, di encama xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê li Tirkiyeyê doz tê vekirin û cezayê girtîgehê li hin kesan hatiye birîn.Siyasetmedar û pisporên ku di bernameyê de axivîn, diyar kirin ku dewleta Tirk der barê kesên li Elmanyayê agahiyan kom dike û ev jî sûc e.
Pisporê îstîxbaratê Erîch Schmîdt-Eenboom ji bo bernameyê roportajek da û diyar kir ku MÎT li Elmanyayê yek ji rêxistina herî xurt a îstîxbaratê ye û bêdengiya hikumeta federal rexne kir. Erîch Schmîdt-Eenboom diyar kir ku qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatine qetilkirin jî karê MÎT’ê ye.
Agahî cihê baweriyê ne
Erîch Schmîdt-Eenboom li ser îfadeyên berpirsên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney jî sekinî yên ku di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê di operasyoneke taybet a PKK’ê de hatibûn girtin. Ev îfade di ANF’ê de hatibûn weşandin. Erîch Schmîdt-Eenboom diyar kir ku hîyerarşiya fermana înfazê û agahiyên derbarê bûyerê cihê baweriyê ye.
Erîch Schmîdt-Eenboom bi bîr xist ku îstîxbarata Fransayê û yekîneyên ewlehiyê agahiyên ku Erdogan bi xwe fermana sûîkasta Parîsê daye, dane dozgeriya Fransayê û ev agahî di dosyeya lêpirsînê de cih digire. Erîch Schmîdt-Eenboom diyar kir ku ji bo bûyereke wekî ya Parîsê li welatê wan pêk neyê hikumeta Elmanyayê ya Federal ji Enqereyê re gotiye ku ‘Heddê xwe derbas neke’.
ANF/BERLÎN