MAXÎME AZADÎ / ANF / NAVENDA NÛÇEYAN
Sê jinên Kurd ên şoreşger, Çileyê 2013'an li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin. Doza der barê komkujiyê de derbasî qonaxeke nû bû.
Li gorî saloxan, li ser rola rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT’ê, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Malbatên sê şoreşgerên hatin qetilkirin, Adara 2018'an miracaet kiribû û xwestibû, yên ku fermana komkujiyê dane û hevkarên wan li lêpirsînê bên zêdekirin.
Ji bo lêpirsîn jinûve bê nirxandin, dozgerekî dij-terorê hate wezîfedarkirin. Parêzer Jean-Louis Malterre ji me re axivî û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin û wê ji niha û pê ve li rola îstîxbarata Tirk bê pirsîn.
Malterre got, "Edaletê rola servîsên Tirk qebûl kir" û anî ziman, îdîaname hîna negihîştiye ber destê wan û nizanin ka lêpirsîn wê çiqasî bidome.
Malterre miracaeta par bi bîr xist û got, "Piştî mirina bersûcê kujer, me diyar kiribû ku ew bi tenê nîne, servîsên veşartî yên Tirk çek dane destê wî."
Malterre anî ziman ku doza beriya niha tenê li ser bersûcê kujer Omer Guney bû û got, lê belê di heman dosyayê de rola MÎT'ê bi rengekî eşkere hate tespîtkirin.
Bûyereke dîrokî ye
Parêzer Antoine Comte jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û got, "Bûyereke dîrokî ye; dawî li bêcezahiştina kuştina siyasî ya li Fransayê tê anîn ku bi fermana ji derve tê kirin."
Komkujî 9'ê Çileyê 2013'an li navenda Parîsê li hundirê avahiyekê hatibû kirin. Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.
Bersûcê komkujiyê Omer Guney, çend hefte beriya destpêkirina dozê, dawiya sala 2016'an ji nişka ve li girtîgehê bi awayekî gumanbar miribû. Doza der barê wî de jî di pratîkê de betal bûbû. Lê belê malbatên qurbaniyan û Kurdan red kir ku doz bi vî rengî bi dawî bibe. Wan 12'ê Adara 2018'an jî ji nû ve gilî kiribûn.