Çeteyê DAIŞ´ê yê bi navê Savaş Yildiz ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê qaşo weke bombeya zindî lê digere, di êrişa çeteyan a ser bi Girê Spî de 2´yê Adarê li gundê Eyn Erûsê hatibû girtin. Yildiz di dema lêpirsîna xwe de li têkiliyên di navbera dewleta Tirk, AKP, MÎT û çeteyên DAIŞ´ê de mikur hat. Bi îfadeyên Yildiz eşkere dibe ku îstîxbarata dewleta Tirk di bombekirina navendên HDP´ê yên li Edene û Mêrsînê bi dewreke diyarker rabûye.


Tirkiye bi navê wan dizane

Piştî êrişa DAIŞ´ê a li Rêya Istîklalê ya li Stenbolê, rayedarên hikûmeta AKP´ê daxuyaniyek dan û  navê Savaş Yildiz weke yek ji sê kesan ku wê li Tirkiyeyê êrişên xwekujî pêk bînin eşkere kir. Çeteyê bi navê kod Edbulezîz El-Turkî-Cîhad ango Savaş Yildiz ji ber êrişên li dijî avahiyên HDP´ê yên li Edene û Mêrsînê jî par havînî hatibû rojevê. Bi îfadeyên Yildiz êdî eyan e ku têkiliyeke wî ya xurt heye bi rayedarên hikûmeta AKP´ê, bi MÎT´ê û bi cemaetên DAIŞ´ê yên li Tirkiyeyê re.

Yildiz di êrişa li dijî Girê Spî ya 27 Sibatê destpêkirî de cihê xwe girt û 2´yê Adarê jî ji aliyê hêzên YPG/YPJ´ê ve hat girtin.

Piştî lêpirsîna ku ji aliyê YPG’ê ve çete Savaş Yildiz ji ANHA´yê re peyivî. Bi vê hevpeyvînê eşkere bû ka ji bo çi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema êrîşa li dijî Girê Sipî de gotinên wekî, “Niha hevalên min agahî dan, DAIŞ’ê ji sedî 70’ê girê Sipî paşve girtiye” bikar anîne.

Savaş Yildiz ê sala 1983’yan li Wanê ji dayik bûye, got, qederê beriya bi 2 sal û nîvan wî DAIŞ nas kiriye û tevlî wê bûye. Savaş Yildiz, got, bi riya birayê hevjîna xwe Burhanettîn Sari wî DAIŞ nas kiriye. Li gorî Yidiz, Burhanettîn Sari di nava DAIŞ’ê de navê Muqatil bikar tîne û her tim bi çeteyên DAIŞ û El Nûsra re bûye.


Rêya Enqere-Edene-Dîlok-Sûriye

Yildiz danî zanîn ku Burhanettîn Sari hertim bi rehetî diçû Sûriyeyê û dihat, dema ev yek dikir jî di navbera Enqere, Edene û Dîlokê de trafîkeke xurt dida meşandin û weha peyivî: "Burhan (Muqatil) her cara diçû û dihat, şerê li Sûriyeyê ji me re vedigot û  propaganda dikir. Ez tam nizanim lê ji ber vê rehetbûna Burhan dibe ku endamê MÎT’ê be.”


Tevlîbûna nav koma Edeneyê

Yildiz li Edenê berpirsiyarê DAIŞ´ê yê bajêr Eyup Hoca yê li Efxanistanê şer kirî, nas dike ku dersên cîhadê didan. Yildiz paşê timî tekiliya xwe bi vê cemaetê re xurt dike. Li gorî Yildiz ji bilî hevçengê wî Burhanettîn Sari, Demîrcî Mehmet, Necîp û Munîr jî ku tevî wî diçûn Sûriyê û dihatin ji bo DAIŞ’ê endam kom dikirin û dişandin. Yildiz, destnîşan kir ku kuryeyê bi navê Necîp bi eslê xwe Ereb e û ji Mêrdînê ye. Herçî Munîr e, li gorî Yildiz niha li Edeneyê dimîne li herêma Kocavelî ya Seyhanê; Necîp jî li taxa Gursel Paşa ya Edeneyê dimîne. 


Cemaeta Îzmîrê û têkiliya MÎT’ê

Yildiz ê ji ber pirsgirêkên aborî berê xwe dide Îzmîrê 5-6 mehan li wir dimîne û têkiliyên xwe bi DAIŞ´ê re dewam dike. Yildiz li vir cemaeta Sari Murat nas dike ku gelek endaman ji DAIŞ´ê re dişîne. Ji ber tevgerên wî yên pirr rehet, Yildiz wisa zen dike ku Sari Murat endamê MÎT´ê be.


Xeta sînor dihat valakirin

Endamê çeteyên DAIŞ´ê Yildiz, paşê tevî malbata xwe tevlî nav DAIŞ´ê dibe. Hingê Savaş Yildiz bi hevjîn, zarok, xwesû, xezûr û dişa xwe re derbasî Sûriyeyê dibe.

Savaş Yildiz, bal kişand ser wê yekê ku dema ew ji sînor derbas bûne ti leşker li qereqolan nebû û cihê nobetê yê eskeran jî vala bûn. Yildiz weha behsa hevpeymana di navbera DAIŞ * dewleta Tirk de kir: "Li gorî wê (hevpeymanê) di hin seatên diyar de sînor vala tê hiştin. Ez jî çend caran di van seatan de derbasî Tirkiyeyê dibûm û vedigeriyam.”


Têkiliya bi koma Dîlokê re

Yildiz ê ku ji vê û şûn ve navê Ebdulezîz Turkî / Cîhad li xwe dike, bi koma Dîlokê ya DAIŞ’ê re ketiye têkiliyê. Yildiz dide zanîn ku di vê komê de bi tenê Tirk hene û berê baregeha wan li Silûkê bû û piştî rizgarkirina Silûkê ew jî çûne Reqayê.

Li gorî Yildiz koma Dîlokê di nava DAIŞ’ê de xwedî rewşeke xweser e. Jixwe serçeteyê komê bi navê Abdulmûhît jî dersên bîrdoziyê daye çeteyên DAIŞ´ê. 

Yildiz, got, Abdulmuhît di dersên bîrdoziyê de her tim behsa başiya leşker û faliyetên MÎT’ê dikir, lewma îhtimala ku ew endamê MÎT’ê ye gelekî zêde ye.


‘Cihê herî girîng Dîlok e’

Yildiz got ku ji bo DAIŞ’ê herêma herî jiyanî û girîng li Tirkiyeyê Dîlok e û sedema wê wiha vegot: “Dîlok ji bo DAIŞ’ê herî kêm weke Raqayê girîng e. Ji ber ku kesên hem ji welatên derve û hem jî yên din, tên di ser Dîlokê re derbasî Cerablûs û Minbicê tên kirin.” 


Têkiliya bi MÎT’ê re

Endamê çete yê DAIŞ’ê Savaş Yildiz piştî tê perwerdekirin bi êrişên bombeyî li Tirkiyeyê tê wezîfedarkirin. Yildiz di vê çarçoveyê de bi  endamên MÎT’ê re têkiliyê datîne û weha peyivî: “lLi Girê Sipî bi berpirsiyarê DAIŞ’ê yê bi navê Efe re ku ajanê MÎT’ê ye, ez peyivîm. Xwe wekî berpirsyarê DAIŞ’ê da nasîn. Ew her tim bi awayekî serbest diçe Sûriyê û Tirkiyeyê.”


Êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê

Yildiz da zanîn ku hingê tevî Efe wî êrişên li dijî avahiyên HDP’ê yên Edene û Mêrsînê (gulana 2015’an) plan kiriye. LI gorî Yildiz, Efe gotiye divê ev êriş were kirin û bi bandor be. Paşê jî ew, tevî du endamên MÎT´ê yên di nava DAIŞ´ê de yên bi navê Ebû Musab û Ebû Bekir, bi awayek rehet derbasî Tirkiyeyê bûye. Yildiz dibêje, Efe krokiya avahiyên HDP´ê li Edene û Mêrsînê daye wî û pê re jî teqemeî jê re aniye.


Bi riya MÎT’ê vegeriya Girê Sipî

Yildiz, da zanîn ku piştî êrîşan ew dîsa li ser xeta Edene-Dîlok-Kîlîs û bi riya endamên MÎT’ê Ebû Bekir û Ebû Mûsab careke din derbasî Girê Spî bûye. Yildiz dibêje, wî li Reqayê koma Konyayê jî nas kiriye ku kesekî bi navê Mustafa Guneş (Ebu Hemza) berpirsyarê komê bû û di heman demê de berpirsiyarê DAIŞ’ê yê Konyayê bû.


‘Êrîşa Girê Spî bi Tirkiyeyê re hate plankirin’

Di nava mikurhatinên Savaş Yildiz de ya herî balkêş li êrîşên li dijî Girê Sipî û Silûkê yên 27’ê Sibata 2016’an e. Di dema êrîşan de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan gotibû; “niha hevalên min agahî dan, DAIŞ´ê ji sedî 70’ê Girê Sipî paş ve girtiye”. Agahiyên ku Yildiz dide piştrast dikin ku haya Tirkiyeyê ehm ji êrişê hebû, hem Tirkiye beşek ji êrişê bû û hem jî êriş ji Tirkiyeyê hatine plankirin.

Yildiz di mikurhatina xwe de got, li herêma Tabqayê ya li bakûrê Reqayê wî koma Çewlikiyan nas kiriye. Yildiz got, berpirsyarê vê komê jî kesekî bi navê Şêx Îbrahîm (Ebu Hanzala) bû. Li gorî agahiyên Yildiz dayî, li Reqayê gelek endamên çeteyên DAIŞ’ê li malekê civiyane û li ser nexşeyên Girê Spî nîqaş kirine.


‘Meraq nekin ji Tirkiyeyê jî 4 hezar kes tên’

Yildiz dide zanîn ku di wê civînê de plana êrîşa Girê Spî hatiye kirin, her wiha hatiye gotin ku Tirkiye jî wê alîkariyê bike û weha peyivî: “Ez jî di nava koma êrîşkar de bûm. Berpirsiyarê DAIŞ’ê got ‘koma yekemîn a bikeve Girê Spî hûn in. Ya girîng ew e ku hûn Girê Spî hinekî di destê xwe de bigirin. Meraq nekin, dema hûn bikevin Girê Spî wê ji aliyê pişt we ve komek ji 700-1000 kesan jî bikeve bajêr. Me hevdîtinek bi Tirkiyeyê re kir. Li gorî vê hevdîtinê dema hûn ketin Girê Spî ji wir weke destek di navbera hezar û 4 hezar kesan de muhacir bên.’ ”


‘Tirkiyeyê noqteyên YPG’ê topbaran kirin’

Yildiz, diyar kir ku koma wan li ser riya Eyn Arûs a diçû Girê Spî û kolanên gund de mabûn û wiha dewam kir: “Em heta nêzî berê sibehê man. Beriya balafir lê bide, ji hêla Tirkiyeyê bi çekan êrîşî çend noqteyên YPG’ê kirin. Ji ber ku hêzên YPG/YPJ’ê bersivên bi bandor dan, em neçar man ku vekişin. Ji koma me Dr. Abdul Kurdî û Abdurahman pir aciz bûn ku Tirkiyeyê zêde piştgirî neda. Gotin ‘li me xiyanet kirin’." 

Piştî kuştina çeteyên bi xwe re Savaş Yildiz jî bi birîndarî 2´yê Adarê ji aliyê YPG/YPJ´ê ve dîl tê girtin.


Ez pirr poşman im


Endamê çeteyên DAIŞ’ê Savaş Yildiz li ser dîlgirtina xwe dibîje, “Min ji YPG’yiyan re got, li ser min teqemenî tuneye, tenê ez di bin enqazê de mame. YPG’yiyan jî ji bo ku min dîl bigirin enqaza li ser min rakirin û piştre jî av, çay û xwarin dan min. Piştre jî ez birim nexweşxaneyê, derman kirin. Muameleyekî xirab li min nekirin. Heta YPG’yiyekî ku awirên min ên matmayî dîtin, ji min re got ‘qet meraq neke em muameleya ku DAIŞ dike li te nakin. Rehet be.’ Ez li hemberî nêzîkatiya YPG’yiyan bi rastî jî matmayî mam. Bi rastî jî piştî min nêzîkatiya YPG’yiyan dît niha ez rastiya DAIŞ’ê fêm dikim. Ez pirr poşman im.”



HÊVÎDAR MAHÎR ALTAN/ANHA/KOBANÊ