MÎT li Elmanya broşurên ku têkoşîna Kurdan reş dike ji qotiyên postoyê yên Kurdan re dişîne. 

Broşûrên reşkirina têkoşînê ku JÎTEM’’ê salên 90’î dişande adrêsên siyasetmedar, nûçegihan û alîgirên têkoşînê yên Kurdan û peyamên bi naveroka gefê niha jî li Elmanya bi destê MÎT’ê sazkar bûye. Di  danezanan de ku PKK, PYD, YPG û rêxistinan Kurdan reş dike, tê gotin, ‘’Kurd bi dînê xwe ve ne, civakeke jidil û aştîxwaz e. Li cem Kurdan kevneşopî û malbat xurt in. Lê PKK, PYD, YPG rêxistinên wiha ne ku bê dîn in, ne xwedî nirxên etîk in, malbatê û kevneşopiyê re dike. Ji bo vê jî mirov nikare PKK’ê û Kurdan weke hev bibîne.’’


Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê hildibijêrin

Balkêş e, di vê serdemê de ku Reqa û Dêrazor hatine rizgarkirin Kurdên ku ji Rojava têne hilbijartin.

Li Elmanya Monchengladbachê di serî de Kurdên Rojava, ji gelek adrêsan re broşûr û danezanên ku PKK, YPG, YPJ û PYD’ê reş dikin têne şandin.

Yek ji kesê ku danezan ji postaya wî re hatî şandin Omer Evdo got ew ji ber DAIŞ’ê û terorê hatine Elmanyayê û li vir jî wan rehet nahêlin, bang li Elmanya kir ku tevdîran bistîne.

Yek ji kesê ku ev gef lê hatî xwarin jî Kurdekî ji Rojava Omer Evdo ye. Evdo bi eslê xwe ji Efrînê ye. Evdo piştî ku li Sûriyê û Rojava şer dertê, ji ber gefên DAIŞ’ê beriya bi 2 salan tê Elmanyayê. Lê Evdo û malbata wî li van deran jî heman gefê dibîne. Broşûrên bi naveroka gefxwarinê û saziyên Kurdan reş dikin ji qotiya postayê ya adrêsa wan re dişînin.


Bila tevdîr werin standin

Omer Evdo wiha dibêje: ‘’Beriya bi du rojan dema ku ji sûkê vedigeriyam malê min li qotiya postayê nerî û yek ji van broşûran min dît. Pêşî min got qey tenê ji min re şandine. Lê piştre min dît li vê mintiqeyê ji her kesî re şandine. YPG, YPJ’ê û saziyên Kurdan reş dikin. Lê her kes dizane ku têkoşîna Kurdan a mirovahiyê ye. Li dijî van terorîstan têkoşîna Kurdan didin.’’

Evdo diyar kir ku divê Elmanya ewlehiya wan a jiyanê pêk bîne û got: ‘’Dewlet divê yên ku vî karî dikin bibîne. Divê van kifş bike û me biparêze. Ev der welatekî demokratîk û azad e. Em dixwazin li vir bê problem bijîn. Lê li vir jî bela xwe ji me venakin. Em dixwazin li dijî van gefan tevdîr werin standin.’’


ANF/  MÖNCHENGLADBACH