Mizgefta ku gelek diwarên wê xurimîye terkî qedera xwe hatiye hiştin. Mizgefta Mezin ku tê gotin di sedsala 13'emîn de ji aliyê Eyûbiyan ve hatiye avakirin, dişibe mîmariya Osmaniyan. Mizgefta bi kevirê şehkirî û pîvan hatiye lêkirin, di deriyê wê yê ketinê û mihrapa wê de neqşên mukarnas û geometrik hatine xemilandin. Mizgefta pêşiya wê ji 2 qatan pêk tê, mînareya wê bi kemera zirav hatiye pêşçan. Welatiyên Hezroyê dixwazin ev warê dîrokî û çavkaniya turîzmê bê restorekirin û deriyê wê li turîzmê bê vekirin.
Ev salek e deriyê wê girtî ye
Welatiyê Hezroyê Bariş Işik anî ziman ku heta niha gelek caran hatiye restorekirin û mîmariya wê hatiye guhertin. Işik, anî ziman ku gelek caran pêvak lê hatine zêdekirin û mizgeft ji aliyê Begên Hezoyan ve hatiye çêkirin. Işik, anî ziman ku mizgeftek wekî wê li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye avakirin û mizgeftek dîrokî ye. Işik, bilêv kir ku mizgefta Acem jî dişibe heman mizgeftê û mizgeftek dirokî ye û wiha got: "Saleke mizgeft ji ber bêxwedîbûnê girtî ye. Ger ku bê restorekirin û deriyê wê li turûzmê bê vekirin dê bibe çavkaniya aboriyê. Em bang li hemû rayedaran dikin û dixwazin ev warê dîrokî bê restorekirin û ji turîzmê re bê vekirin."
DÎHA/AMED