MEHMET ZAHIT EKINCI / HAMBURG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê Mizgefa Şêx Seîd ji 30 salan zêdetir heye û xizmetê ji misilmanan û nexasim jî misilmanên Kurd re dike. Mizgeftê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de rêveberiya ji 22 kesan hat hilbijartin. Di rêveberiyê de 11 jî jin cih digirin.

Di kongreyê de rapora rêveberiyê ya malî û xebatê hat xwendin û li ser rojevê guftûgo hatin kirin. Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê CÎK´ê Melle Eşref axivî û got, “Her mizgeft ne cihê îbadetê ye. Li Ewrûpayê mizgeft weke konsolosên Deccal dixebitin. Li şûna civakê li hev bînin, civakê bera hev didin. Neçin van mizgeftan, zarokên xwe neşînin û bi ti alîkariya wan nekin. Ew ê zarokên we bibin dijminê we. Misilman tenê xwe li ber Xwedê xwar dike û ji ti kesî natirse. Munafiq xwe ji bo Qudsê diçirînin. Ez bang li we dikim ma Efrîn erdê Japonyayê ye. Dema Sûr bi erdê re kirin yek, li Cizîrê mirov di bodruman de bi saxî şewitandin hûn li ku bûn?”

Ji cemaetê jî gelek kes axivîn û piraniya kesan xwest ji xwe re cihekî ji bo Mizgeftê bikirin. Têkiliyên kêm ên bi saziyên din ên Kurd re hatin rexnekirin.