Tevgera Kevana Zêrîn pêr êvarê bi beşdariya bi dehan şêniyan çalakiyek li kampa Serdemê ji bo bibîranaîna Hozan Mizgîn li dar xist. Li cihê çalakiyê wêneyên Şehîd Hozan Mizgîn û pankartên li ser `Şehîdên me soza rûmet û mirovahiyê ne û xeta me ber bi serketinê ve tekez e` nivîsandî, hatin daliqandin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Asya Ebdo û endama rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn, Newroz Silêman piştî rêzgirtinê axivîn. Wan Şehîd Mizgîn bi bîr anî û soza dilsoziya bi wan re, parastina mîraseya çandî û destketiyên şehîdan da.

Piştre Koma Şehîd Avesta stranên şoreşgerî gotin.

Endamên rêveber ê beşa Şano ya Tevgera Kevana Zêrîn Zeyneb Mihemed û Bêrîvan Dodix şanoyek li ser zilma li ser gelê gelê Kurd û berxwedanê pêkêş kir.

Piştî şanoyê hunermend Denîz Ibrahîm stran gotin. Di dawiya şahiyê de Koma Çiyayê Kurmênc beşek ji dîlanên gelêrî yên Efrînê nîşan dan.

 

ANHA / ŞEHBA