QSD’ê rê neda ku koalîsyon destpêkê zêde balefiran bi kar bîne da ku malbat û zarokan biparêze. Ji ber wê şervanan taktîkên gerîla pêk anîn û şer bi pirranî bi şev qewimî.

Gava ku li seranserê Kurdistanê bi milyonana Kurdî Newroz pîroz dikir, fermandariya QSD’ê mizgîniya têkbirina eskerî ya çeteya DAIŞ’ê bi dinya alemê ragihand.

LUQMANGULDIVÊ

Di ser azadkirina Baxozê re yanî di ser şikandina eskerî ya DAIŞ’ê re salek bihurî. Ev encama operasyona QSD’ê ya dawiya sala 2018’ê ya bi navê Bagera Cizîrê bû ku bi armanca tinekirina hebûna eskerî ya DAIŞê li rojhilatê Çemê Ferêt hatibû destpêkirin. Em li operasyonê û encamên wê bi rojnamevan Diyar Ciwan re peyivîn. Ciwan di dema operasyona rizgarkirina Baxozê de li cihê cih bû. Hingê hem yekser dikarî bi fermandarên operasyonê re bipêyive û hem jî bi xwe rewşa li hawîrdorê bişopîne. Wî her wiha şahidî li teslîmbûna bi hezaran endamên çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan jî kir. Wî got, QSD’ê ji bo ku sivîl neyên kuştin nehişt koalîsyon balefiran zêde bi kar bîne. Şervanan ji ber vê taktîkên gerîla bi kar anîn û şer jî bi pirranî bi şev qewimiye. Mîzgîniya serketina li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî agirê Newrozê yê 20 Adarê şervanan dadayî bûye ji bo wî.

Diyar Ciwan bi bîr dixe ku Baxoz û hawîrdora wê li aliyê herêmeke sînorî ya di navbera Sûrî û Iraqê de ye û li aliyê din jî hêleke wê jî Çemê Ferêt heye. Bi ya Diyar Ciwan du sedem hebûn ku çete li vir herî dawî mabûn; yek jê wan hêvî dikir di ser sînor re karibin lojîstika xwe heta mumkin demeke dirêj dewam bikin, li aliyê din jî ji xwe li wî aliyê çêm rejîmê û li aliyê rojhilat jî QSD’ê herêmên din hemû ji dagirkeriya çeteya DAIŞ’ê rizgar kiribû.

Peymana veşartî ya DYE’yê bi Erdogan re

Me ji Diyar Ciwan pirsî çima devereke evqasî teng nekarî zû bi zû bê rizgar kirin, wî jî wisa li me vegerand: “Sedema sereke ew bû ku Mijdara 2018’an serekê rejîma Tirk Erdogan gefa dagirkeriyê li Rojava xwaribû, lê ev yek hat taloqkirin.”

Bi ya Diyar Ciwan piştî êrişa dagirkeriyê ya Cotmeha par li dijî Girê Spî û Serêkaniyê bi demê re sedema taloqkirinê jî eşkere bûye: “Encama lihevkirineke veşartî ya dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bû. Emerîkayê dixwest ji serketina li Baxozê para mezin bike ya xwe. Êrişeke dagirkeriya dewleta Tirk wê bandor li operasyona QSD’ê bikira; yanî zext li Tirkiyeyê kirin ku pîlana xwe hinekî taloq bike.”

Çima operasyonê zêde kişand

Diyar Ciwan tîne bîra xwe ku hem koalîsyonê û hem jî QSD’ê plan dikir zûtir DAIŞ’ê biqedîne û wiha behsa hevdîtinên xwe yên bi fermandarên operasyonê re û sedemên derengmanê dike: “Armanc ew bû nîvê meha Çile DAIŞ bê têk birin, weke alternatîf jî 16 Sibatê hatibû diyarkirin, ji bo ku nûçeya xêrê bi mirovahiyê re bê parvekirin. Jixwe, 1 yan jî 2’yê Sibatê gava em li herêmê bûn, amadekariyên merasîmê li cihê ku wê têkçûna DAIŞ’ê bihata ragihandin temam bûbûn. Li gorî keşfên QSD’ê û yên hewayî yên koalîsyonê 1500-1600 çete mabûn; lê tişta ku bi çavan xuya nedikir ew bû ku DAIŞ’a li deverên din têkçûyî hema bêje hemû çeteyên xwe yên radîkal ên sondxwarî li Baxozê kom kiribûn; malbatên wan jî bi qasî wan tundraw bûn. Li aliyên din, devera ku em lê bûn di navbera me û kozikên çeteyan de 500 heta 700 metroyî dûr bûn. Me êdî bi çavên xwe jî didîtin û bi carekê bi hezaran jin û zarok xuya bûn.” Ji ber wê, operasyona ji bo çend hefteyan plankirî 3 mehan dirêj kir.

QSD’ê sivîl parastin

Xuyakirina van jin û zarokan tesîreke diyarker li rêveçûna operasyonê kir: “Di rojên destpêke de beşdariyeke koalîsyonê ya bi operasyonên hewayî kêm bû. Ji ber ku QSD’ê ji wan xwestibû balefiran zêde bi kar neyînin. Di arşîvan de jî divê hebe, QSD’ê ji koalîsyonê re got, jin û zarok hene, malbatên çeteyan jî bin ew nikarin rê bidin ku pêşî li kuştina van jin û zarokan bê vekirin. Vê jî operasyon piçekî dereng kir.

Derba dawî çawa hat amadekirin: “1’ê Adarê şervanên QSD’ê û beşek ji hêzên taybet ên YPG û YPJ’ê gihiştin wê qanaetê ku divê dest bi derba dawî bikin. Li gorî vê şer herî zêde bi şev dibû. Şervanan taktîkên gerîla bikar anîn û ketin nav çeperên çeteyan. Şer dijwar bû, şervan bi ser wan de diçûn, lê wan jî êriş dikir. Bi demê re ji bo wan jî eşkere bû. Li nava çeteyên li Baxozê de nakokî derket. Beşekê digot, em nikarin dewam bikin, ya din digot, em ê heta mirinê şer bikin. Hêzên taybet ên QSD’ê ketin nava wan û peyama teslîm bibin, gihand wan. Piştî hingê êdî çete qefle bi qefle teslîm bûn.”

Çete ji dinya alemên bûn lê ne ji Sûrî bûn

Diyar Ciwan tevî Nazim Daştan, Ersîn Çaksu, Hoşeng Hesen, Nîhat Kaya û hin rojnamevanên biyanî, ji wan rojnamevanan bû ku li stasyona pêşî ya girtina teslîmbûyiyên çeteyan bû û karîbû wan hem bihejmêre û hem zanibe ka kî ji ku ye. Bi Diyar Ciwan ya herî ecêb ew bû ku ji çeteyên teslîm bûyî bi tenê 1 ji sedî ji Sûriyê bûn û ên mayî welatiyên dewletên din bûn. Wî got, hin rojan yekî tenê yê ji Sûrî jî di nava qefleyên teslîmbûyiyên çeteyan de nebû.

Newroz ji Baxozê

Tişta ku hîç ji bîra Diyar Ciwan naçe ew e ku şeva 20’ê Adara 2019’an li ser cihekî bilind şervanan agirekî gelekî mezin pêxistibû. Diyar Ciwan dibêje, “Me êdî dizanî heger şervan dikarin bi hêsanî agirekî wisa mezin pêxin, naxwe ev îş qediyaye, DAIŞ têkçûye.” Jixwe dîtira rojê yanî roja Newrozê jî fermandariya QSD’ê ev ê ragihanda û mizgînî bida mirovahiyê.

 
 

Jinên Êzîdî û zarokên berşîr

   

Li cihê teslîmbûna çete dihatin kontrolkirin jî ji rojnamevanên Çapemeniya Azad jî hebûn. Diyar Ciwan bibîranîneke xwe ya ji bîra wî naçe wisa dibêje, “Çavê me li çeteyên teslîmbûyî bû. Me meraq dikir ka di nava wan de jinên Êzîdî yên dîlgirtî hene yan na. Ez hîç ji bîr nakim, rojekê du jin û 7-8 zarokên temenê wan 10-12 salî û çend zarokên pirr piçûk hebûn, 1 salî 2 salî yên berşîr. Em jî nêzî wan bûn. Em ji nişkê ve şoke bûn. Jinên Êzîdî bûn. Zarokên di destê wan de yên çetewên DAIŞ’î bûn. Dîmen gelekî trajîk bû. Mirov gelekî pê diêşiya. Me ji jinê pirsî û wê jî got, zarokên wê ne. Jina din jî hema got, çeteyên DAIŞ’ê gelek caran dest avêtine wê jî û ew firotine, lê zarok ji wê re çênebûne. Vê yekê gelekî em xemgîn kirin ku jineke Êzîdî xwe neçar hîs bike ji me re wisa bibêje.”