Ji Fermandarê QSD‘ê Kerîm Efrînî da zanîn ku hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bi hemû hêza xwe didome û gelek sivîl heta niha ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Ji Fermandarên Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) Kerîm Efrînî ku cihê xwe di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de girtiye, pêşveçûnên dawî yên hemleyê ji ANHA‘yê re nirxand.

Kerîm Efrînî diyar kir ku ji destpêka îlankirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ve, Hêzên Sûriyeye Demokratîk li taxên rojhilatê bajêr pêş ve diçin û got:”Hêzên me 4‘ê Nîsana derbasî taxa El-Meşleb bûn û piştî şerekî dijwar hate rizgarkirin. Hêzên ku 3`yê Km li aliyê rojhilat ve bi pêş ve çûne, li herêma dîrokî ya sûrê û Seken El-Şebabî şerên dijwar didomin”.

Gelek tunel çêkirine

Efrînî tekez kir ku di encamên şerê dawî ku bi kordîneya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê pêk tê de bi dehan çete hatin kuştin û gelek sivîl hatin rizgarkirin û domand: “Hêzên me sivîlan ji taxên şer rizgar dikin û wan digihînin cihên bi ewle”.

Efrînî dest nîşan kir ku QSD`ê di çarçoveya hemleyê de kargeha amadekirina erebeyên bombekirî û kargeha şekir, desteser kirine û Efrînî  bi bîr xist ku hêzên wan erebeyeke bombebarkirî beriya bigihêje hedefa xwe rûxandine. 

Werin Reqayê

Efrînî bal kişand ser li hewdanên çapemeniya Tirk ku dixwazin hemleyê reş bikin û got: “Armanca wan ew e ku pêşveçûna rizgariya Reqayê asteng bikin.” Efrînî bang li dezgehên çapemeniyê kir ku werin Reqayê û rewşa meydanî ji nêz ve bişopînin û got: “Em ji raya giştî re dibêjin ku dewleta Tirk bi van hemleyên xwe hewl dide serkeftinên YPG/YPJ û QSD‘ê reş bike û hîn jî êrîşên xwe yên li dijî hêzên şoreşgerî yên demokrasîxwaz didomîne. Yê ku bixwaze hêzên me nas bike bila were Reqayê û ji nêz ve nas bike.”

Bi DAIŞ’ê nexapin

Efrînî bang li şêniyên Reqayê kir ku li derdora Hêzên Sûriyeye Demokratîk bicivin û got: “Şêniyên Reqayê di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de êş û zehmetî kişandin. Cihê wan çeteyan li Sûriyê tine ye. Lê belê Hêzên Sûriyeye Demokratîk wê azadî û aştiya gelê Sûriyê pêk bînin. Banga me ji welatiyên Reqayê ku bi lîstokên DAIŞ`ê neyên xapandin û piştgiriyê bidin hêzên me. Em jî soz didin sivîlan ku em ê wan ji destê DAIŞ xelas bikin.”


AZAD SEFO / ANHA / REQA