TOLÎN HESEN

ANHA/ŞEHBA

El Idlibî: Idlib beşekî girîng ji axa Sûriyeyê ye. Em hê jî li ser soza xwe ne. Em ê bi hemû keda xwe ya siyasî û eskerî tevbigerin da ku em Idlibê ji çeteyan rizgar bikin.

Ebû Umer El-Idlibî ku fermandarê Tugaya El-Şemal el-Demokratî ye, diyar kir ku çarenûsa Idlibê girêdayî lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye û rola Tirkiyeyê weke “qirêj” bi nav kir.  wî her wiha got, ew ê Idlibê rizgar bikin û bang li welatiyan kir ku baweriyê bi aliyê Tirkiyeyê neînin.

Girêdayî bûyerên dawî li parêzgeha Idlibê, em bi Fermandarê Giştî yê Tugaya El-Şemal El-Demokratî, Ebû Umer El-Idlibî re peyivîn. El-Idlibî diyar kir ku ew ê bi hemû derfet û keda xwe ji bo rizgarkirina Idlibê bixebitin.

Ebû Umer El-Idlibî di destpêka axaftina xwe de got, rêzelihevkirinên di navbera rejîmê û komên çete de li seranserê axa Sûriyeyê ji her kesî re eşkere ne û di encamê de hemû kesên lihevkirin qebûl nekirine veguhestin parêzgeha Idlibê.

El-Idlibî diyar kir ku çalakiyên koçberkirinê di agahdariya hêzên navnetewî pêk hatine û bi taybetî Netewên Yekbûyî ku sponsoriya gelek lihevhatinan kiriye û vê yekê hişt ku rewşa parêzgeha Idlibê bêhtir girêkî û aloz bibe. Tişta balkêş ew e ku pirraniya komên çekdar ên anîne Idlibê, xwedî rengekî îslamî ya tundraw in û pirraniya wan alîkariya xwe ji Tevgera Ixwan Muslimîn û Tirkiyeyê werdigirin.

Tirkiye aloziyê zêde dike

Der barê rewşa parêzgeha Idlibê de El-Idlibî got, “Parêzgeha Idlibê di navbera du komên eskerî yên sereke de hatiye dabeşkirin. Koma yekemîn Feyleq El-Şam û hin komên din û hemû girêdayî Tevgera Ixwan Muslimîn in. Koma duyemîn jî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku baskekî rêxistina El-Qaîde ya li Sûriyeyê ye.”

El-Idlibî rola Tirkiyeyê li parêzgehê weke “qirêj” bi nav kir û piştrast kir ku Tirkiye alîkariya herdu aliyan dike û di navbera wan de aloziyan çêdike da ku karibe bi hêsanî serweriya xwe li ser wan ferz bike û tenê ji bo pêkanîna berjewendiya xwe dixebite. Di encamê de tenê welatiyên Idlibê dibin qurbaniya vê pêkhatebûna aloz.

Dest û lingên rejîmê girêdayî ne

Der barê girêdana rewşa Idlibê bi hevpeymana Astanayê de El-Idlibî got, “Idlib di nava hevpeymana Astana de ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de ye. Êrişeke rejîmê li dijî Idlibê dê hevpeymana Astana hilweşîne û encamên wê jî gelek in, ji ber vê yekê ez bawer nakim ku rejîm karibe êrişeke wisa bike. Lê heta niha rengê hevpeymanê yê dawî nehatiye nasîn, dibe ku li Idlibê şer biqewime û sînorên dawî yên hevpeymanê bêne neqişandin.”

Veguheriye meydana lîstika Tirkiyeyê

El-Idlibî da zanîn ku rewşa Idlibê ji rewşa herêmên weke Hums, Xota û Deraa cûdatir e û Tirkiye herêma Idlibê weke parkekê ji xwe re bi kar tîne û şerekî li vê herêmê dê Tirkiyeyê li hemberî pêleke koçberiyê rû bi rû bihêle û ji ber vê yekê Tirkiye dê bi hemû hêz û derfetên xwe, rê li pêşiya şerê li vê herêmê bigire.

El-Idlibî di dewama axaftina xwe de got, “Li gorî hevpeymana Astana ji Tirkiyeyê tê xwestin ku rêxistinên terorîst di Idlibê de bipişêfe û heger Tirkiye ev mijar pêk neanî, bê guman Idlib dê derbasî şerekî xwîndar di navbera tabûran de bibe.”

Parvekirina Tirkiye û Rûsyayê

El-Idlibî destnîşan kir ku ji Tirkiyeyê tê xwestin ku hemû çekên giran ên parêzgeha Idlibê kom bike û diyar e ev mijar gelekî zehmet e.

El-Idlibî eşkere kir ku çarenûsa Idlibê niha girêdayî hevpeymana Astana ye, û wiha pêde çû: “Eşkere ye pêkanîna bendên hevpeymanê ev demeke tê meşandin. Balefirgeha Ebû Zihûr û hin deverên rojhilatê riya hesin radestî rêjîmê hatin kirin û li hemberî wê yekîneyên artêşa Tirk li hin deverên din belav bûn. Riya sereke dê di bin serweriyeke hevbeş a Rûsya û Tirkiyeyê de be û herêmên hundir jî dê tenê di bin serweriya Tirkiyeyê de bin.

Qurban welatî ne

El-Idlibî di axaftina xwe de diyar kir ku tenê welatiyên Idlibê dibin qurbaniya van hevpeymanan û got, “Gelek welatî di malên xwe de koçber in. Nemaze rewşa aborî jî gelekî xirab dibe û gelek welatî neçar dimînin ku bi komên çete re bixebitin da ku debara malbatên xwe bikin.”

El-Idlibî da zanîn ku eşkere ye ku Tirkiye hewl dide xebatên avakirina federalîzma demokratîk li herêmê sînordar bike û di vê çarçoveyê de danûstandinê bi hêzên navnetewî re dike û amadekariya xwe ku çeteyên xwe bike qurbanî, pêşniyaz dike da ku projeya demokratîk sînordar bike. Tirkiye ji bo Efrînê dagir bike çeteyên xwe yên li Xota kirin qurbanî.

Fermandarê Giştî yê Tugaya El-Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî, di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Idlibê kir û soza rizgarkirina Idlibê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Idlib beşekî girîng ji axa Sûriyeyê ye. Em hê jî li ser soza xwe ne. Em ê bi hemû keda xwe ya siyasî û eskerî tevbigerin da ku em Idlibê ji çeteyan rizgar bikin. Em bang li welatiyên xwe yên Idlibê dikin ku ji keysbaziyên Tirkiyeyê haydar bin û bi aliyê Tirkiyeyê neyên xapandin û baweriyê bi Tirkiyeyê neînin. Tirkiye tenê hewl dide berjewendiyên xwe û projeyên xwe li herêmê li ser hesabê xwîna welatiyên Sûriyeyê pêk bîne.”