Li Reqayê, ji pêr bi şev heta doh ber destê sibehê şer qewimî. Di şer de 6 çete hatin kuştin û 70 sivîl hatin rizgarkirin. Li aliyê din Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed got, “QSD van rojan wê ragihîne ku temamê Reqayê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.”
Pêngava Rizgarkirina Reqayê dewam dike. Li taxên Nehda, Hurriye (Azadî) û Berîdê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer dijwar e. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbên giran li çeteyan dixin û her bi pêş ve diçin.
Li taxa Hurriye, di şer de wesayiteke çeteyan hate rûxandin û 5 çete hatin kuştin. Li heman taxê derb li wesayiteke zirxî ya çeteyan hate xistin. Li taxa Berîdê jî şer giran e. Li vê derê, çeteyek ji ber teqîna mayina ku wan bi xwe bi cih kiribû, mir. Wekî din, tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSD’ê, 70 sivîlên din ji taxa Berîdê rizgar kirin. Li taxên navbirî, di şer de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê.
Ma ji sedî 15!
Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed di daxuyaniyekê de, ku li ser malpera QSD’ê belav bû, got, şervanan ji sedî 85´ê Reqayê azad kiriye.
REQA