Navenda Çapemeniya YPG’ê û Fermandariya YPG’ê derbarê antî propagandayên hin kesan û derdoran di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo û encamê şer bi daxuyaniyeke ragihandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan ên Kobanê û Cizîrê ji 2 aliyan ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li Girê Spî (Til Ebyadê) operasyona dorpêçkirinê dane destpêkirin û heta niha bajarokê Suluk, 31 gund û 20 gundik rizgar kirin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên me yên ku şevê din bajarokê Suluk azad kirin, xebatên xwe yên lêgerînê dewam dikin. Hêzên me piştî Suluk rizgar kirin, berê xwe dan qada di navbera Til Ebyad û Sulukê de û li vê herêmê gundên bi navê Seîdo, Xişman, Til Eşq Seîde, Bêjing, Kevok, Enzê, Mişêrfa Şêx, Îsawî, Ayn Ul Arus û 20 mezrayên din ji çeteyan paqij kirin.”


4 km maye ji Til Ebyadê re

Her wiha YPG’ê daxuyakirin ku ji aliyê başûr rojavayê Til Ebyadê jî gavên girîng diavêjin û gellek gund hatine rizgarkirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Hêzên me yên li Kobanê jî di nava 24 seatên dawî de li vê herêmê gundên bi navê Frêhan, Hêmira Kurda, Hemira Ereba, Boxa ya Mezin, Boxa ya Biçuk, Rafî, Sikêrat, Im Hiwêş, Nihit, Ebu Zihur, Bedrîa, Ebu Xireze, Xirbet Ebid, Xirbê Elwe, Curîl Xet, Gundê, Cihişa, Seddê, Faris, Eribet Ecil a Mezin, Eribet Ecil a Biçuk û Mebdece ji çeteyan paqij kirin.

Hêzên me gihîştin milê rojhilatê bajara Til Ebyad û li vir di navbera hêzên me û komên çeteyan de a niha şerên dijwar diqewimin. Dîsa hêzên me yên ku ji bo girêdana çeteyên li Til Ebyadê bi Reqa re qut bikin ketine nava tevgerê û 4 km nêzî rêya Til Ebyad-Reqayê bûne.” YPG’ê da zanîn ku di operasyonên 24 seatên dawî de bi dehan çete hatine kuştin û hejmareke zêde çete jî hatine birîndarkirin û wiha pê de çû:”Di van operasyonan de heta niha rêhevalekî me ku pê li mayina çeteyan kir gihîştiye şehadetê.” 


  ANHA/TIL EBYAD




YPG temînata hemû gelan e


Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku hinek derdor dixwazin kiryarên çeteyên DAIŞ’ê veşêrin û hewl didin ku ji rastiyê dûr hêzên wan tawanbar bikin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. û diyar kir ku hêzên wan operasyonên xwe yên rizgarkirina hemû deverên Kantonên Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin û wiha pê de çû: “Hêzên me Til Berak, Til Hemîs û gundewarên bajarê Qamişlo ber bi devera çemê Xabûr û çiyayê Kizwanan  û gundewarê bajarê Hesekê  bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Niha jî şervanên me li rojavayê bajarê Serêkaniyê li ber xwe didin û gihîştin bajaroka Suluk û li gundewarên bajarê Reqqayê berxwedana xwe didomînin. Hêzên me bi dehhezaran kîlometre ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Welatiyên herêmê jî bi hemû pêkhateyên xwe bi van serkeftinan coşeke mezin nîşan dan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.”


Serkeftin hin alî tengezar dike

Fermanderiya YPG destnîşan kir ku ew serkeftinên hatine bidestxistin bi saya xwîna şehîdan û lehengiya şervanan pêk hatine û wiha dewam kir: “Lê diyar e ev serkeftinên mezin hin alî tengezar kirine û têkçûna DAIŞ’ê ne li gorî wan e. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe û bi hemû şêwazên ne exlaqî hewl didin serkeftinên hêzên me ku bi hevkariya welatiyên herêmê hatine bidestxistin, reş bikin. Hemû pêkhateyên herêmê bi hevgirtina xwe şahiya mezin a têkçûna DAIŞ’ê dimeşînin.” 


 QAMIŞLO




“Serketin nêz e!”


Der barê asta dawî ya operasyona rizgarkirina Girê Spî de Navenda Çapemeniyê ya Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya Bûrkan El Firat de hat gotin, di rêzeçalakiyên operasyona rizgarkirina bajarê Girê Spî de, Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî û gelek deverên stratejîk li devera di navbera bajarokê Eyn Îsa û Girê Spî de ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. 


Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Di çalakiya 29’ê Gulana 2015’an dest pê kirî de heta niha bêtirî 20 gundan hatin rizgarkirin û şervanên Bûrkan El-Firat herî kêm 10 km ber bi bajarê Girê Spî ve çûn. Ev serketinên bidestxistî bi hevkariya bi gelê herêmê re pêk hatin.”


’Morala çeteyan daket asta herî jêr’

Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat bi bîr xist ku di wê operasyonê de serketinên dîrokî di gelek aliyan de hatin bi destxistin û rêyên sereke yên di navbera bajarokê Eyn Îsa û bajarê Girê Spî de hatin birrîn. Daxuyanî weha dewam dike “Her wiha gelek deverên stratejîk ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û moralên çeteyan daketin asta herî jêr. Bi hevkariya di navbera hêzên me û gelên herêmê û alîkariya balafirên koalîsyonê re rizgarkirina Girê Spî niha li ber destan e.”


Welatiyan bang li me kir ji bo rizgarkirinê

Bûrkan El Firatî îdîayên dibêjin, welatiyan ji gund derdixin û zorê didin wan derewand û got: “Welatiyên di bin destên çeteyên DAIŞ’ê de, ev demeke dirêj e bangê li me dikin û dema em bi hewara wan ve çûn alîkariya me jî kirin. Çeteyên DAIŞ‘ê welatiyan wekî mertal di êrîşên xwe de bi kar tînin û ev çend roj in welatiyên sivîl dorpêç kirine û nahêlin sînor derbas dikin.” Bûrkan el-Firatê got ev îdîa hewl didin serketinên wan reş bikin.

Di dawiyê daxuyaniyê de Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firatê mîzginiya serkeftinê da û wiha dawî li daxuyanî anî : “Em li gorî rêgezên mafên mirovan û exlaq tev digerin. Em ê hemû deverên Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Em ji welatiyên xwe yên Girê Spî, Silok û gundewarê bakurê bajarê Reqqayê re dibêjin ku serketin gelekî nêz e.” 


 ANHA