
Şervanên QSD’ê li Tebqa 3 taxên din rizgarkirin. Di şer de 48 çete hatin kuştin, 5 çete jî bi saxî hatin girtin. Ji Fermandarê QSD`ê Abdullqadir Hêvîdilî jî da zanîn ku % 90´ê Tebqayê hatiye rizgarkirin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi lez didome û hatiye li gava dawî sekiniye. Şervanên QSD’ê şevtira din û doh derbên giran li çeteyan dan.
Şevtira din saet 01.00’ê, şervanên QSD’ê ber bi taxên El-Bu Îsa, El-Heso, El Selam û herêma Sinaa (ya Pîşesaziyê) ya di bin kontrola çeteyan de ketin nava tevgerê. Li her 3 taxan şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ´ê de rû da. Di encama şerî de ku heta doh saet 11.30’an dewam kir, 48 çete hatin kuştin û 5 çete jî bi saxî hatin girtin.
Cebilxaneyeke temam hat desteserkirin
Her wiha di encama şer de sê tang, 52 roketên tangê, 1 panzer, 2 wesaîtên zirxî BMB, 1 agirkuj, 1 fuzeya Grad, maşîneyeke zirxî ya bombebarkirî, 1 SPG 9 dij-Tang, Doçkayek 12.5 mm, çekek A-4 balafirşikên û gelek fîşekên wê, yek Kalaşnikof, yek demançe, 5 bombeyên destan, luleyeke doçka 14,5 mm, 400 fîşekên Doçkaya 23.5 mm, 1.500 fîşekên BCK, sindoqek guleyên bombe avêj, 2 torbe TNT, 2 torbe funyeyên Hawanan, rextek xwekujî, durbînek rojê, dûrbîneke şevê û gelek malzemeyên sabotajê ketin destê şervanan.
Doh jî li pey xwe 24 cenaze hiştin
Li 6 taxên ku duh hatibûn rizgarkirin jî şervanan di enacama xebatên lêgerînê de termê 24 çeteyên din, 18 çekên kalaşnîkof, 2 BKC, kargeheke çêkirina mayinan û gelek cebilxane dîtîn.
Hat zanîn ku şervanên QSD’ê li taxên ku niha rizgar bûne, dest bi xebata lêgerîn û paqijkirinê kirine.
QSD: Ji sedî 90´ê bajêr hat rizgarkirin
Li aliyê din, ji Fermandarên QSD`ê Abdulqadir Hêvîdilî da zanîn ku heta niha ji sedî 90´ê bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin û got: "Em ê mizgîniya rizgarkirina Tebqayê di demeke nêz de bidin gelê Sûriyê".
Operasyona rizgarkirina Tebqayê didome. Şervanan di du rojên dawî de 9 tax ji çetayan rizgar kirin. Ji Fermandarê QSD`ê Abdullqadir Hêvîdilî ji ANHA`ê re axivî û da zanîn ku heta niha şervanên QSD`ê ji sedî 90´ê bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.
Mizgîniya rizgarkirinê nêzîk e
Hêvîdilî da zanîn ku şervanên QSD`ê ji bo rizgarkirina beşê bajar yê mayî jî, bi hemû hêza xwe şer dikin. Fermandarê QSD`ê bi bîr xist ku di du rojên dawî de çeteyên DAIŞ`ê derbên giran xwarin û got: "Di van 48 saetên dawî de xeta parastinê ya çeteyan hat şikandin û 9 tax hatin rizgarkirin. Di van şeran de 75 çete hatin kuştin, hejmarek tang û maşîneyên zirxî ketin destê şervanên me".
Abdullqadir Hêvîdilî êrîşên doh ên çeteyan li ser Tebqayê bi bîr xistin û got: "Êrîşa çetayan a doh ku ji başûr û rojhilatê anîbûn ser Tebqayê hate şikandin". Hêvîdilî got, çete niha li Bendava Firatê û sê taxên nêzî bendavê tengav bûne.
Fermandarê QSD`ê Hêvîdilî di dawiyê de got: "Em ê mizgîniya rizgarkirina Tebqayê di demeke nêz de bidin gelê Sûriyê".
REQA