Her du meclîsên Rojavayê Kurdistanê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) li Hewlêr peymanek mor kirin û yek ji xalên peymanê ew e ku Heyetek Bilind a ji her du meclîsan were sazkirin. Hevserokê Meclîsa Gel Ebdulselam Ehmed ragihand ku armanca wan ew e ku mafên Kurdan bi makeqanûna nû ya Sûriyeyê bê mîsogerkirin û got; “Armanca me ew e ku em şoreşa gelê Sûriyeyê bi rêyên aşitiyane bi ser bixin. Her wiha em dixwazin ev rejîm ji herêma gelê me were hilweşandin.”
Şandeya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û ENKS’ê hatin başûrê Kurdistanê û gelek hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan her du Meclîsan de, şandeya Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên girîng bi partî û rêxistinên din ên başûrê Kurdistanê re jî pêk anîn. Di encama hevdîtinan de Peymana Hewlêrê ya ji bo yekitiya Kurdan li rojavayê Kurdistanê hat morkirin.

'Divê em şoreşê bi ser bixin'
Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ehmed der barê naveroka peymanê de ji ANF’ê re axivî; “Naveroka wê li ser peymana li Hewlêrê bû. Dîsa beriya vê di meha şeş de li Hewlêrê îtîfaqek çêbibû di navbera her du meclîsan de. Li ser wan xalan hat sekinandin. Di peymanê de biryar hat dayîn ku Heyetek Bilind bi navê “Desteya Kurdî ya Bilind” di navbera her du Meclîsan de bê avakirin. Wezîfeya wê jî hemû beşan bi rê ve bibe. Pênç kes ji me û pênç kes ji ENKS’ê di vê konseyê de cih digirin. Sê lijne dê bên birêxistinkirin. Ji her du meclîsan jî pênç bi pênç di nava van lîjneyan de cih digirin.”
Ehmed diyar kir ku konsey (heyet) dê di asta neteweyî û navneteweyî de nunertiyan Kurdan bike û got; “Ev konsey dê di asta navneteyî de jî nunertiyê bike.” Ehmed got; “Armanca me ew e ku em şoreşa gelê Sûriyeyê bi rêyên aşitiyane bi ser bixin. Her wiha em dixwazin ev rejîm ji herêma gelê me were hilweşandin. Bi alîkariya gelên Sûriyeyê ev rejîm were hilweşandin û sîstemeke demokrat were avakirin. Divê di destûra Sûriyeyê de mafên gelê Kurd bêne naskirin.”

Xalên peymanê
Di belavoka piştî îmzekirina peymanê hat weşandin de wiha hat gotin ku ev peyman weke berdewama Peymana Hewlêrê ya berê, bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk hat. Di belavokê de ev xal hatin rêzkirin; bi armanca ku mekanîzmayên pêwîst ji bo aktîfkirina peymana berê, û amadekirina projeyeke siyasîya yekgirtî, li ser bingehê rêgezên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyeyê, ji bo ku beşên civaka Sûriyeyê kar bi wan re were kirin, ji bo hilweşandina sîstema rejîma desthilat a ku welat gihandiye ber şerekî navxweyî, ji bo Sûriyeyeyek Demokratîk, li gorî destûreke nû ku pir neteweyan qebûl bike, bi awayeke qanûnî rêzê nîşanî gelê Kurd û mafên wê yên neteweyî bide, li gorî hevpeymanên navneteweyî û çareseriya doza Kurd, di çarçoveya li dijî navendîbûna siyasî, li ser bingehek ku hemû zagon û biryarên awerte were tunekirin, ji bo ku bandora wan jî were rakirin, ji bo kesên ziyan dîtine jî tazmînat bê dayîn.

Ji bo Barzanî û başûrê Kurdistanê spasî

Piştî îmzekirina peymanê daxuyaniyek hevpar ji aliyê MGRK û ENKS’ê ve hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “mizgîniya yekitiyê” didin hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê û her deverên Kurd lê dijîn. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Ji bo em daxwaz û hêviyên gelê me li Rojava Kurdistan û Sûriyeyê pêk bînin me bingeh aniye. Çareserkirina prisgirêka Kurd û yekgirtina xebatên hemû beşên siyasî ya gelê me me ji xwe re kiriye hedef.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Îro jî em di pêvojoyeke krîtîk û vîrajeke siyasî re derbas dibin. Ji ber wê jî divê em ref û helwesta xwe bikin yek. Ji bo em bikarin hemû guhertinên siyasî yên Sûriyeyê diqewimin, di dema pêş de pêşwazî bikin. “
Meclîsên Rojavayê Kurdistanê di serî de malavahiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hikûmeta Herêmê û hemû Kurdên başûrê Kurdistanê kir û spasiya hewldanên wan ên ji bo yekgirtina Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ji bo gelê Kurd soz
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li gorî nêrînên me Peymana Hewlêrê, encama têkoşîn û fedekariya gelê me yê ku bi dehan salan êş kişandiye. Her wiha bi alîkariya kesên durist ên gelê me, me karî em têkoşîna hemû hêzên siyasî yên gelê Kurd bikin yek, ev bûyera mezin dê hem kefyxweşî û aramiya gelê me yên fedekar ên gelê me yê ku li benda me ye pêk bîne.”
Daxuyanî wiha didome; “Îro piştî ku me vê Peymana Hewlêrê îmze kiriye, em soz didin gelê xwe yê Kurd ku tiştên ji destê me bê em bikin, ji bo em hêjayê hêvî û xwestekên gelê xwe bin, em ê hemû bi hev re alîkar bin, tevî hemû beşên Sûriye û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê, ji bo em rejîmê hilweşînin û welateke demokratîk ava bikin ku mafê her kesê têde hebe, hewl bidin. Divê ev mafane bi destûrekê jî were mîsogerkirin, pir neteweyî qebûl bike, di çarçoveya dijî-navendîperestiyê de pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Gava ku hatiye avêtin, destkeftineke pir mezin e, berpirsyariyên mezin jî dideyne ser milê me. Teqez em her tiştên me ji pêkanîna armacên gelê me yên rewa dûr dixe, em red dikin, bi vê boneyê em bang li hemû rewşembîr, nivîskar, rojnamevanên Kurd dikin ku bi berpirsyarî û aqilmendî tevbigerin. Em bang li Kurdên derveyê welat jî dikin, bi hemû beşên xwe ve alîkarî bidin vê pêngava dîrokî, piştgirî bidin û ji bo hewldanên me bigihin serkeftinê hewl bidin.
Di encamê de vê destkeftinê em li gelê xwe pîroz dikin. Em soza xwe nû dikin; careke din dilsoziya xwe ji bo gelê xwe nîşan bidin û hêviyên gelê xwe pêk bînin.”

Biryarên civînê

- Divê Peymana Hewlêrê esas bê girtin û li gorî wê tevbigerin, madeyên têde werin pêkanîn, û ji bo pêkanînê dê mekanîzmayên pêwîst bên sazkirin.
- Konseyeke bilind a hevbeş (Heyeyat Bilind a Kurdan) were sazkirin. Erka wê siyaseta giştî diyar bike û tevgera Kurdan di vê pêvajoya bi rê ve bibe. Di çêkirina hemû komîteyan de rêgeza wekhev (5+5) û di biryaran de lihevkirin esas bê girtin.
- Sê komîteyên pispor bi hevkariya her du meclîsan (5+5) bêne sazkirin (Komîteya têkiliyên neteweyî û derve, Komîteya Xizmetguzariyê ya Meydanî û Sazkirina Seksiyonên wê li hemû bajar, navçe û gundan. Komîteya ewlekariyê û sazkirina seksiyonên wê ji bo parastina hemû bajar, navçe û gundan.
- Divê reşkirinên li hemberî hev ên di çapemeniyê de bên sekinandin,
- Qedexekirina hemû hewldanên tundiyê û hemû hewldanên dihêlin rewşa bajarên Rojaayê Kurdistanê aloz bibe, were şermezarkirin û redkirin.
-  Ligel Peymana Hewlêrê, divê ji bo pêkanîna quralan mekanîzmaya kar zelal dike, esas were girtin
- Piştî îmzekirina vê peymanê, divê di du hefteyan de komîteyên pêwîst bêne sazkirin.
- Ev peyman peymaneke yekpar e, nabe yek ji wan jî were binpêkirin.”


‘Hewldanên parçekirinê vala hatin derxistin’


Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratik a (PYD) Salih Muslim diyar kir ku armanca wan ya hevditinê ewe ku Kurdên rojava bibin yek.  Girêdayî hevdîtinê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wiha got; "Wana bi partiyêndin re peymanek morkirine û xala herî girîng jî divê peymanê de ewbû Komiteyek Bilind a ji her du meclîsan hat sazkirin'. Muslim da zanîn ku armanca sereke ya hevditinê li rojavayê Kurdistanê Kurd bibin yek bû û wiha axivî: "Di vê hevditinê rola Serokê Herêma Federal a başûrê Kurdistanê jî gelek heye û roleke girîng leyistiye û em spasiya wî dikin. Ji ber ku li rojavayê Kurdistanê her kes bi serê xwe tevdigeriya û ev jî ji bo hêzên derdor dibû ferasetek ku bibin asteng li hemberî pêşketinên Kurdan yên li rojavayê Kurdistanê. " Muslim, da zanîn ku ji bo van astengan derbaz bikin, bi partiyên din re li hev kirin û gihiştin encamekê.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, destnîşan kir ku li ser vê bingehê wana komiteyek avakirine û wiha bilêvkir. "Me bi partiya din a rojavayê Kurdistanê re Komiteyek Bilind ya ku ji herdu partiyan pêk tê avakir. Em dê li ser vî bingehî kar bikin. Ev komite wê çavdêrî hemu pirsgirêkên gel bike. Di bin vê komiteyê de sê komiteyên din jî hene. Komîteya yekem; Siyasî, ya duyem Komiteya Têkiliyan a bi Gel re û ya sêyem jî ya Parastinê ye". Muslim bilêv kir ku wê ev komiteye hemu bi hevre karbikin û xebat wê li gorî wê bê rêvebirin.
Muslim balkişand ser politikayên qirêj yên li ser Kurdan jî û têkildarî mijarê dawî li axaftina xwe anî: "Hinek parti yan jî destên derve dixwastin hindek provakasyon bikin û hewldanên bi vî awayî gelek çêbûn. Xwestin partiyên Kurdan bînin beramberê hev, lê belê wê ji îro û pêve ev politika hemu wê werin vala derxistin û Kurd wê yekitiya xwe li rojavayê Kurdistanê bi şêweyekî demokratiyane ava bike."


ABDULLAH BÎLEN / ANF/HEWLÊR