Komîteya Navendî ya MLKP'ê, têkildarî rewşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di Daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Rojava di nava xwîn û barûtê de hêviyek mezin bilind dibe û wiha hat gotin: “Ala azadiya gelan, wekhevî û biratiya gelan li çar aliyan diheje. Li dijî pilanên desthilatdariya tirk, NATO û hevkarên hur artêşa Suriyeyê ji bo ji rê derxistin an jî astengkirina Şoreşa Rojava bi şêweyekî lehengî li hemberî wan tê rawestandin. Jin û mêrên Rojava yên qehreman ku bi vîna azadiyê tejîne, bi xwîna xwe jiyanê dide xeta kedê. Ji hemû hêzên cîhanê yên ku li hemberî zêhniyeta talanî, zordarî, bê edaletiya civakî, netewperestî û zayendî tekoşînê dimeşînin hêz û moralê didine. Em bi hemû hebûna xwe li pişt şoreşa netewiya demokratîk a Rojava û rêveberiya gel in û bi şêweyekî kêm jî be ji bo em milê xwe didin yên wan serbilindin.”
MLKP diyar kir ku xwedî derketina li şoreşa Rojava, xwedî derketina li rûmet û azadiya xwe ye.
STENBOL