Modela asansorê, ji bo sîstema AKP’ê û Erdogan gotina herî baş e.
AKP û Erdogan dixwazin bi vê modelê pêşiya guhertina civakî bigirin. Ji bo ku em modela AKPê fêm bikin, divê em, ne lê pirsa çima guhertin, pirsa guhertin çawa çêbû bipirsin. Ji ber ku stratejiya guhertinên li Tirkiyê bi têkoşîna Kurdan çêdibe.
Piştî eşkerekirina lîsteya namzêdên parlamenteran, gelek nirxandin çêbûn. Nirxandin teva li ser “ev baş e, ew ne baş e” hatin kirin. Lê heta vê kêlîyê, kes li ser stratejiya AKP’ê ya “nêrîna yek alî li dîrokê” ranewestiya ye. Ev nêrîn “modela asansorê” ye, diçê jor û dadikeve, yek xet e, yek rê ye... Mekanîkî û otomatîkî ye. Piştî te gav avête hundirê asansorê temam e. Lîsteya namzêdên AKP’ê jî da xuya kirin ku, tenê şelîta asansorê hate guhertin.
AKP’ê, mîna desthilatdariyên berî xwe Kurdan bikar tîne. Kurd ji bo AKPê, bikêrî çar tiştan tên; bacûbêş, eskerî, xulamtî û birakujî... AKP ku, bi gotina “navendî ademî” hate ser kar, îro xwediyê pakêta ewlekariyê, ku rengê egoya “ezî” ye.
AKP’e, stratejiya “maxduriyetê” xelas kir, niha dolab û çeqûberka ku wek “kumpas” tê binavkirin daye dest pê kirin.
Vêce; hemberî ku agirbest heye, pêvejoya çareseriyê di holê de ye, hêzên Artêşa Tirk, li Kurdistanê û li dijî Herêmên Parastina Medya ketiye nava hewldanên provaqasyonî. Bûyerên bi guman yên li Stembolê û metropolên Tirkiyê, têra bikaranîna “terorê” nekir. Bi nêzîkbûna 7ê Hêzîranê, wê lîstik zêde bibin.
Di hilbijartinên dawî (2011) de, “siyaseta balkonê” û egoya “ezî”, ku li gorî Freud , Pakêta ewlekariyê jî, encama wê egoyê ye û wek îşkdana kanunên faşîzmê tê bi navkirin. Ev kategoriya kanunan, aliyekî xwe barbarî ye; di dawiya Roma de, ev kanun ketin pratîkê. Hiquqê gerdunî cih dide kanunên partîzanî.
Di zimanê sosyolojî de, ev paşveçûna îronî ye û bi gotina kolanê “ez dizanim û ez dikim” e. Ev jî, kuştina mekanîzmeya guhertin û pêşketina civakî ye.
Dîse, di serpêhatiyên cîhanê de hatiye xuya kirin ku, ew hişmendiya “ezî” ne ya civakê ye û kilîda deriyê diktatoriyê ye. Ev jî, rewşên dramatîk dide dest pê kirin. Ev hişmendiya egoya ezî, ku AKPê di nava wê diferfite; pêşî JITEM, piştre DAIŞ derxiste holê. Vêce, piştî lîsteya namzêdên AKPê eşkere bû, bernamzêdekî xwe kuşt, du namzêdan jî xwe paş de kişandin. Ev yek!... Namzêdên AKP’ê yên li Kurdistanê jî, Kurdên postmodern in. Ev du!... Hinek ji namzêdan jî, berhemê feodalîteya ketî ne. Ev sê!... Hinek jî, lelekiriyê li ser alif in. Ev çar!...
Ev rêbaz klasîk e û bû sedema têkçûna desthilatdarên berî AKP’ê teva.
Di lîsteya AKPê de derkete holê ku, AKP’ê, Îttîhadiyên kesk in. Bi gotina Jean paul Sartre, berdewama sîstema kolonîkirinê ye; ne desthilatdariyên berî AKP’ê pîs û xedar bûn, ne AKPê ji desthilatdariyên berî xwe baştir û paqijtir e... Kurdistan bi planekî Roma hatiye dagirkirin û kolonîkirin, AKP’ê jî stratejiya vê dagirkerî û kolonkirinê didomîne. Namzêdên Kurd yên di lîsteya AKPê de jî, stuna vê sîstema dagirker û kujer in.
Di modela asansorê de hiyerarşiya guhertinê nîne. Apartman, blok in û mîna stîla nûçeyên ajansan, blok li ser hev in. Kurd jî, gelên din jî kirêdarên di apartimanê de ne. Sîstema Îngîlîzan ya li Hindistanê ye; gel, civak kîrêciyên di apartimanê de ne. Ew çar xalên ku ji bo Kurdan hatine kifşkirin, di vê sîstemê de têne bikaranîn; bacûbêş, leşkerî, xulamtî û birakujî... Namzêdên ji Kurdistanê hatine bijartin jî, wek “zemîndar”ên, komkirina kirê, çawişên ku lîsteya paletiyê amade dikin û gardiyan in.
Modela asansorê, ew mekanîzmeya otomatîk e. AKP’e jî, stratejiyek wiha daye pêşiya xwe û dixwaze formulasyona paşverûtiyê bikê pratîkê. Li Tirkiyê û Kurdistanê, tabloyek yek rengî, ku tenê li ser bazirganiya selefkarî hatiye rûnandin heye. Exlakê civakê bûye bazirganî; ne karsazî, ne karbidestî, dezgeh, çeqûberka kumpasî... Ev formulasyon wek pêkandina beqê ye; yan jî qevastina kulihê ye. Her du rengên qewastinê jî li dijî diyalektîka guhertinên civakî ne. Nikarin bibin formulasyonên civakî. Lê dikare bibe exlaqê AKP’e ku, axretê nîşan dide, cîhanê dagir dike. Ev rêbaza yek xetî, yek şivîleya çûn û nevegerê ye.
Ev hişmendî, ji hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê jî kambaxtir e.