Hevserokê Bajêr ê Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Girê Spî Hemîd El Ebîd dibêje, model û jiyana gelan a bihevre ya li Girê Spî dikare ji krîza Sûriyeyê re bibe mînak.   

 

NAZIM DAŞTAN / MA / GIRÊ SPÎ

Li Girê Spî (Til Ebyad) Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen bi hev re dijîn. Ev bajar bi meclîsa xwe ya ji 62 kesan, bi 3 navçe û 600 gundên xwe yên komun bûye sembola jiyaneke nû. Hevserokê Bajêr ê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hemîd El Ebîd got modela bajarê wan çareseriya krîza Sûriyeyê ye.

 Kantona Girê Spî ya li Herêma Firatê ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji navendên projeya jiyana nû ya gelan e. Girê Spî di navbera kantonên Cizîrê û Kobanê de cih digire û li miqabilî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ye.

Girê Spî bi polîtîkayên rejîma Baas a “Kevana Ereb” re rû bi rû maye. Wî çaxî li vir gundên Kurdan hatin valakirin û Ereb hatin bicihkirin. Li vir xwestin demografiya bajêr biguherînin û bajar gelek caran bi polîtîkayên zextdarî re hevrû ma. Piştî wek kanton hat îlankirin pergala wê ya îdarî Girê Spî bû navend Eyn Îsa û Silûk jî di nav de sê navçe û ji 600 gundan pêk hat. Nêzî 250 hezar nifûs lê heye. Li kantonê 2 kampên penaberan jî hene. Li van kampan penaberên ji Reqa û Dêra Zorê bi nifûseke qederê 20 hezarî dimînin.

  Serdemên dagirkirinê 

Di destpêka şer de bajêr ket destê rêxistinên mîna Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) û Heyet Tehrîr El Şam a wê demê navê wê El Nûsra bû. Pişt re radestî DAIŞ’ê hat kirin. Bû bajarê ku DAIŞ’ê herî zêde li vir bi hovîtî mirovan qetil kir. Mirov hatin kuştin û serjê kirin. DAIŞ’ê li vir xeta sînor bi dest xist û ji vir heta Reqa û Mûsûlê xwe pê xwedî kir. Heta ku DAIŞ li vir bû wir bi awayek çalak bikardianî.

Xeta Cizîre û Kobanê  

Piştî li Kobanê dagirkirina DAIŞ’ê tek çû, hêzên Bakurê Sûriyeyê dest bi pêngavek kirin û di bin navê operasyona “Pêngava Rûbar Qamişlo” de di 15’ê hezîrana 2015’an de Girê Spî ji DAIŞ’ê rizgar kıirin. Piştî bajêr hat rizgakirin xeta di navbera Kobanê û Cizîrê de jî hat girêdan. DAIŞ’ê derbeyek giran li vir xwar. Piştî hat azadkirin meclîsên gel û komûn hatin avakirin û gelan rêveberiya hevpar ava kir.

Rêveberiya gelan a hevpar

Rêxistina rêveberiyê wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî hat diyarkirin. Ev rêveberî ji 62 kesan pêk tê. Yek Kurd û yek jî Ereb bûn hevserokên meclîsa rêveberiya xweser. Endam li gorî hejmara nifûsê bajêr hat aşkerekirin. Her çiqas bi piraniya nifûs Ereb û Kurd bin jî lê Tirkmen û Ermen jî di meclîsê de cih digirin.

 

Dewlemendiya çand û zimanan

Zimanê perwerdehiyê û siyasetê bi Erebî, Kurdî û Tirkî ne. Her wiha ji bo ermenîkî jî amadekarî tên kirin. Ji bo pêşxistina zimanê Tirkî û Ermenî qurs hene û ders tên dayîn. Ji bo pêşxistina çand û hunera Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmenan navendên çand û hunerê xebatan birêve dibin. Di vê çarçoveyê de xebatên muzîk, şano, folklor û enstrûrmanan tên kirin.

Me rêveberiya xwe ava kir

Hevserokê Bajêr ê Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Girê Spî Hemîd El Ebîd got, wan baweriya jiyîna bi hev re daye û ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê modelek alternatîf ava kirine. Ebîd ê ew bi xwe jî Ereb e, anî ziman ku şêniyên Ereb ên li bajêr bi hezkirineke mezin modela wan qebûl dikin. Ebîd behsa pêvajoya berê ya li Girê Spî kir û got: “Di pêvajoyeke wiha de me tovên ku aj didin çand. Li vir Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermenî hatin gel hev. Me rêveberiya xwe ava kir. Em xwe wisa birêve dibin. Pirr xwestin me bi hev bidin şikandin lê bi ser neketin. Îro dîsa em li ser dike ne. Gelên Sûriyeyê xwedî li pergala xwe derdikevin. Hêzên bajarê me hilweşandin diyar in. Êdî em ê destûr nedin van hêzan. Bi vê pergala me ava kiriye em li Sûriyeyê mînaka çareseriyê dibînin.”