Pêvajoyeke nû
KCK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Rêber Apo, 3 protokolên ji bo çareseriyên pirsgirêkên Tirkiyê radestî heyetê kir û heyetê ev protokol red nekirin. Lê dewletê di der barê protokolande tu gav jî ne avêtin. Piştî hilbijartinên 12’ê Hezîrana 2011’an, pêvajoyeke nû derxiste holê. Gelê Kurd û Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê, projeya Komara Demokrtaîk û projeya Xweseriya Demokratîk qebûl kirin.”Çareserî...
Di daxuyaniya KCK’ê de ser kiryarên li Kurdistanê û li dijî gelê Kurd gel pek hatî de ev tişt hatin vegotin: “Dewleta Tirk, li Kurdistanê, tu nîşanên civakê, çandî, ziman, nasname, dîrok û erdnegarî erê nake û ji bilî kiryarên qirkirin û tunekirinê tiştekî din nake. Ev kiryar û hewldan, ji bo gelên cûda, netewên din û baweriyên cûda teva di rojevê de ye. Tu pirsgirêk jî bi vê riyê nayên çareser kirin. Di dîroka komarê de, pirsgirêka Kurd her dem dubare bûye û ji bilî qirkirin û tunekirinê jî tiştekî din ne hatiye kirin. Lê gelê Kurd jî her dem bexwedaye û ji bo azadiyê têkoşîna xwe domandiye. Îro jî ji sedema ku bûyerên dîrokî bandor li hişemediya her kesî kirine û pirgsirêka Kurd gihaye qonaxa çareseriyê pêwiste bi hişmendiyeke insanî û demokratîk nêzîkatî çêbibe û pirsgirêk bê çareserkirin.”Zîhniyeta înkarê
KCK’e di daxuyaniya xwe nivîskî de da zanîn ku modela Xweseriya Demokratîk ne ji bo gelê Kurd bi tenê ji bo gelên tirkiye û gelên li Rojhilata Navîn re teva modela herî baş û çareseriya jiyaneke hevreyî, biratî û azad e û wiha hate diyar gotin: “ Ev sîstem, ji bo civakê, di aliyê aborî, îdeolojîk, siyasî, leşkerî û çandî de di rengê temsiliyeta vîn û kontrola gel de hatiye hunandin. Netew-dewleta Tirkiyê bi armanca tunekirin û helandina gelê Kurd, qanûnên dagirkerî û kolonyalîstî kirin partîkê, zor û zexteke kujerî da meşandin. Pêşî Qanuna Takrîr-î Sûkûn, piştre Planê Islahata Şarqê, Qanûna Dêrsimê kirin pratîkê. Ji bilî kiryarên siyasî û qanûnên li dijî hebûna gelê Kurd, ji bo têkbirina demografya Kurdistanê, valakirina Kurdistanê gelek kiryarên sirgun û wêraniyên mezin dane dest pê kirin. Aliyek qirkirina siyasî, aliyê din jî bi cihkirina gelên biyanî li Kudistanê dihate xwestin ku gelê Kurd tune bikin. Ev rewşê heya îro jî berdewam kir. Di dîroka gelê tirk de, ji destpêkê de jî, erdnegariya Kurdan wek Kurdistan tê naskirin û bi navkirin, lê dewleta Tirkiyê ev nav qedexe kiriye. Siltanê Selçûqiyan û padîşahên Osmaniyan jî ev nav bi serbilindî bikaranîne. Di damezrandina Komara Tirkiyeyê de, parlamenterên Kurdistanê, Meclisa Kurdistanê û Wilayeta Kurdistanê hatine bikaranîn. Lê zîhniyeta înkar û asîmilasyonê Kurd û Kurdistan qedexe kirin.”Siyaseta tasfiyeyê
Konseya Rêvebir a Kurdistanê KCK’ê, dîroka salên 1920’an û pêvajoya piştre ya înkarê û serîhildana Şêx Seîd bi bîranî û wiha got: “Piştî ku Tirkiyê bû endamê NATO yê, bi saziya Gladio li hemberî gelê Kurd qirkirinên fizîkî dijwar kirin û şansê demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji holê rakir. Îro jî dibin pêşengiya AKP’ê de heman siyaseta neçareseriyê berdewam dike. Lê dibin pêşengiya PKK’ê de, gelê Kurd têkoşîna azadiyê û jiyaneke bi rûmetr didomîne. Têkoşîna PKK’ê, ne li dijî komarê, lê li dijî zîhniyeta birokratîk a olîgarşiya xwedî li zîhniyeta red û înkarê ye. Pêvajoya çareseriyê bi Turgut Ozal dets pê kir û di encama têkiliya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di sala 1993’an de, agirbesta yekalî hate îlan kirin û heya îro jî dilsoziya Tevgera Azadiya Kurd û Serokatiya Gelê Kurd, li hemberî komploya navneteweyî jî, ya çareseriyê berdewam dike. Lê balkêşe ku, di pêvajoyên aştîxwazî û agirbest û bêçalekiyan teva de, operasyonên bi armanca tasfiyekirin û tunekirinê ketin pratîkê. Di encama vê siyaseta tasfiyekirinê de, di her demê de hêzên gerîla ziyan dîtin û windahî dan. Di dema desthilatdariya AKP’ê de, heman siyaset hate meşandin û di operasyonên qirkirina siyasî de, derdorê 3 hezar siyasetmedarên Kurd hatin girtin.”4 Rêbazên xweseriyê
KCK’e di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku siyaseta netew dewleta li ser bingeha yek-yekan û homojenî hatiye avakirin re na, lê ji bo yekitiya gelan û jiyana hevreyî ya wekheviyê û erêniya Destura Bingehîn ya nasnameya gelan re erê û wiha hate gotin: “Ji bo vê jî pêwiste modela Xweseriya Demokratîk bikevê pratîkê. Di çarçovê de, Tevgera Azadiyê, Netewa Demokratîk, Welatê Hevpar, Tirkiya Demokratîk û Kurdistana Azad de çareseriyê rewa dibîne û riya herî rast û maqul e. Wateya vê ne rêvebiriya navendî, di civaka demokratîk de rêvebiriyên herêmî esas tê girtin. Ev model, di serî de pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Tirkiyê teva çareser dike. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Li Tikriyê û ji bo gelên li Rojhilata Navîn sîstema herî maqûl û çareseriyê ye. Demokratîkbûna Tirkiyê jî bi vê riyê mumkun dibe.KCK’ê 4 rêbazên Xweseriya Demokratîk jî wiha rêz dike:
1- Netewa demokratîk
2- Welatê hevpar
3- Komara Demokratîk
4- Destura Bingehîn ya Demokratîk.”
KCK’ê destnîşan kir ku, ji bo pratîze kirina modela Xweseriya Demokratîk, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Tebaxa 2009’an, Nexşerêya dibin sernavê ‘Pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyê û Modela Çareseriya li Kurdistanê’ de amade kir radestî dewletê kir.
ANF/BEHDÎNAN