Li welatê Baskê ji bo ruhpêanîna zimanê Baskî di çarçoveya projeyekê de li bajarê Vitoria-Gasteiz, Mala Zimanê Baskî hatiye sazkirin. Li wir ji bo zimanê Baskî bi ser bikeve û li paytexta welatê Baskê bibe cihekî ku zimanê Baskê lê bîhna xwe bide û bistîne, bi çalakiyên civakî, çandî û hunerî tên lidarxistin.

Ez jî ji ber karê xwe yî Doktorayê li Zanîngeha Lêkolînên li ser Efrîka û yên li ser Rojhilat a li Londonê SOAS´ê nivîsîbûm, ya li ser ziman, têgihiştina li ziman. Têkîldarî xebata xwe ya akademîk bipeyivim di navbera 18 û 28´ê Nîsanê de li welatê Baskê bûm. Ez li Mala Zimanê Baskî ya li paytext Bilbao ji bo ku behsa zimanê Kurdî bike, ji Ehmedê Xanî û Cigerxwîn hin beşan bixwînim û her weha naveroka hin stranan jî pêşkêş bikim li mala zimanê Baskî bûm.


Ne li bendê siyasetên jor in

Dema min hejmar û mîqdara karê çalakgerên ziman ji bo zimanê Baskî dikin dît, ez metel mam. Çalakgerên ziman, ne li bendê ne ku hin siyasetên ji jor ber bi jêr ve rewşê baş bikin, û ew ji jêr ve dixebitin da ku ruh bi zimanê Baskî bînin û wî normal bikin.

Her çalakgera/ê zimanê Baskî yê ez rasta wê/wî hatim, haydar bû ji rewşa zimanê Kurd û piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan îfade kir.

Di dema gera xwe ya li Welatê Baskê de ez çûm Gernikayê jî û li vir min ji meclîsa bajêr re behsa projeyekê kir ku li ser niha dixebite, ev proje jî wê ji bo hevkariya bi Kobanê re be. 

Wekî din min li wir çalakiyekên çandî ya balkêş dîtin. Stranbêjên Kurdîaxêv, Sardînîaxêv û Baskîaxêv ên hunera lihevanînê bi hev re stran gotin.

Me bi yekî ji çalakgerên zimên ên Mala zimanê Baskî re hevpeyvînek jî pêk anî.  Beñat Garaio ku xwendekarê masterê yê berê yê SOAS´ê ye hem li ser dewra mala zimên dipeyive û hem jî li ser çalakgeriya zimên. Navê Mala Zimanê Baskî bi zimanê Baskî "Oihaneder Euskararen Extea" ye. Cihê wê jî li "Vitoria-Gasteiz" e, ku bi xwe jî navendeke hevdîtinê ye ji bo çalakiyên çandî û şahiyan ên Baskî. 

Beñat Garaio li ser xebatên Mala Zimanê Baskî wiha pirsên me bersivandin.


Ji bo çi malek ji bo zimanê Baskî?

Beñat Garaio: Ji sedî 20´ê xelkê Gasteizê Baskîaxêv in, lê belê, bi tenê kêmtirî % 1´ê wê bi Baskî dipeyivin. Oihaneder Euskararen Extea (Mala zimanê Baskî) yek ji projeyên Gazteizko Kafe Antzokia ye ku destûrê dide Baskîaxêvan hev bînin û bi zimanê Baskî bipeyivin. Armanca wê ew e ku normalkirina zimanê Baskî bi ser bixe û li paytexta welatê Baskê bibe cihekî ku zimanê Baskê lê bîhna xwe bide û bistîne."


Wê demê, gelo cenabê te dikare behsa înîsiyastîfên xwe yên sereke ji bo vê armancê bike?

Ji bo Baskîaxêvan afirandina hawîrdoreke xwezayî ya Baskîaxêv armanca sereke ye. Ji bo wê, înîsiyastîfên me ji bo cezbkirina bêhtir Baskîaxêvan in. Dema Mala Ziman çalakiyekê li dar dixe, kesên beşdar dibin xwedî derfet bi hev re bikevin têkiliyê, û di encamê de jî bêhtir Baskîaxêv tên Mala Ziman. Wekî din em derfetên hevaltî û dostaniyê jî diafirînin, ji bo derfeta wan çêbe ku li war û meydanên jî bi zimanê Baskî bipeyivin.

 

Gelo proje xweser e, yan xwe disipêrê hin tevgerên siyasî yan jî desthilatên herêmî yan jî neteweyî?

Plan û armanc ew bû ku proje bi temamî xweser û bi serê xwe be. Xwe bi organîzekirina konseran û înîsiyastîfên xelkê fînanse bike. Lê belê meclîsa bajêr ev qebûl nekir û 300.000 Euro ji bo bipêşxistina salekê ya plansaziya çandî da. Niha Mala Zimên wê girêdayî meclîsa bajêr be û em hez dikin vê di demeke nêz de biguherin. Em bi şaredar û endamên meclîsa bajêr re peyivîn da ku vê biguherin 


Erê lê çalakiyên we çi ne?

Bernameya me heye, hefteyê çar çalakiyên çandî bi zimanê Baskî çêdibin. Wekî din komên sohbetê hene; ji bo kesên nû fêrî axaftina bi Baskî bûne çalakiyên taybet hene. Çalakiyên ji bo dêûbavan hene, şano, sînema, konser û klûbên xwendinê hene… Helbet komxebat û dersên zimanê Baskî jî ji me ne kêm in.


Ji bo çi Mala Zimên ez vexwendim, çima çalakiyek li ser zimanê Kurdî?

Min mastira xwe li zanîngeha SOAS´ê, li Londonê kir. Li wir ez çûm dersên Kurmancî jî. Bi her halî min pêşniyaz kir ku em çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin û Mala Zimanê Baskî jî qebûl kir. 


Mala zimên çawa dikare li ber siyasetên ziman ên hikûmeta Spanî rabe?

Hikûmeta Spanî welatekî yek zimanî dixwaze. Em dixwazin li dijî vê her tiştî bikin li welatê Baskê. Di minaqeşeyên serdest de zimanê Baskî hatiye elaqedar kirin bi paşvemayînê, cudakeriyê û terorîzmê re. Û em ji bo her kesî doza zimanê Baskê dikin. 


Gelo weke çalakgerên zimên, hûn dixwazin zimanê Baskî ji siyasetê qut bikin?

Erê em dixwazin, lewre rewşa zimanê me gelekî xeter e, û heke em vê nekin, em ê nikaribin ji nû ve ruh bi zimanê Baskî bînin. Bi ser de jî îmaja wî, wê weke zimanê cudakeriyê bimîne.

Wergera ji Ingilîzî: Luqman Guldivê


BÎRGUL YILMAZ/GERNIKA