Di van rojan de her kes qala vê bobelata bi navê korona dike, bivênevê civaka Kurd gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê vê rewşê de anî bîra xwe. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bal kişand ser gelek nexweşiyên serdemê yên modernîteya kapîtalîst û mirovahî bi giştî hişyar kiribû. Rêber Abdullah Ocalan hûrûkûr û berfireh bi meseleyê dadikeve û em ê kurt cih bidin meseleyê. Ka em binêrin Rêber Abdullah Ocalan çi dibêje:
“…Tevî ku sîstema şaristaniyê ya berê avahiyeke wê ya timûtim rê li ber pêxîrtengiyan veke hebe jî di wê astê de nîne ku bi van nakokiyan bi tevahî civakê bixe tehlûkeyê, wê ji hev de bixe û rê li ber şaneyên kansêrwarî veke. Şêwazê danehevê yê kapîtalîzmê, li gorî xwezaya xwe ji bo karibe bixebite mezinbûna civakî vediguherîne şêwazekî kansêrwarî. Eger roja îro em hem şahidên megapolên şêniyên wan ji bîst mîlyonî bihurî, desthilatdariya dewleta netewe ya xwe berdaye nava mûrehkên civakê û çînîbûna li pey civakeke homojen a monoton in, û bi ser de jî weke meyleke serdest a jiyana civakî, em vê normal dibînin, ev tê wê maneyê em bi nexweşiya kansêra civakî ketine.
Tevahiya nîşaneyên zanistî îspat dikin ku dinya me, hawîrdora me û civaka me, mezinbûna bi vê lezê diçe, wê nikaribin rakin. Di vê rewşê de mirov nikare behsa civakeke dijî bike, mirov dikare behsa cinawirekî bike ku çi tê pêşiyê nahêle, dadiqurtîne. Di civaka berê de Levîathan bi tenê desthilatdariya dewletê îfade dikir, lê modernîteya kapîtalîst bi xwe roja me ya îro veguheriye cinawirekî bi tevahî ruhber û zindiyên li dinya me diqedîne, tine dike. Modernîteya kapîtalîst bi xwe cinawirek e, Levîathanekî modern e.”
Tib çiqasî were bipêşxistin bila were bipêşxistin, nikare nexweşiyên di nava civakê de mîna firêzê belav dibin, rawestîne. Pêşketina tibbê bi xwe îspat dike ku bi awayekî diyalektîkî nexweşî jî çiqasî pêş ketine. Sîstema kapîtalîst bi xwe nevrotîk û kansêrolojîk e, lewma mirov dikare jê li bendê be ku ferdên civakê bi van nexweşiyên bi vî rengî bixeriqîne. Milletperestî, dînperestî, desthilatperestî û cinsperestî hem weke sazî hem jî weke ferdî genên zêhnî û hestî yên kapîtalîzmê ne ku timî nexweşiyê belav dikin…”
NAVENDA NÛÇEYAN