Li Wanê Mala Dirûnê ya Kotay, ji bo çand û dîroka cil û bergê Kurdî biparêze, bi reng û kevneşopiya cilên wanê yên dîrokî mala modayê vedike. Mala Dirûnê ya Kotay, armanc dike ku bi mala modayê çanda hezar û 700 sal ya Kurdan ji nûve zindî bike û pêşkeşî xizmeta welatiyan bike. Mala Moda ya Kotay, armanc dike ku çada cil û bergan li dijî nûjeniya rojava û modernîteya kapîtalist çand û dîroka Kurdan û her wiha rengên Kurdan biparêze. Xwediyê mala dirûnê jî du birayê nev in. 2 bira yên ku Mala Dirûnê ya Kotay didin xebitandin, xwe amade dikin ku Defîleya Modaya Cilên Kurdî lidar bixin. Birayên bi navê Şahîn û Îbrahim Kotay, diyar kirin ku tarz û teşeyên modeya cilên Kurdî yên jinan û zilaman bêtir nûjen û watedar bûn û ew ji bo vê çand û wateyê ji nûve zindî bikin armanc dikin ku Mala Modaya Cilên Kurdî vekin. Şahîn û Îbrahîm Kotay, diyar kirin ku li gel şert mercên giran yên aborî, Mala Dirûnê vekirin û niha armanc dikin ku çanda cil û berên gurdî ji nûve zindî bikin. Birayan, diyar kirin ku ger ji bo wan piştgirî bê dayîn dê di pêşerojê de karên baştir û watedartir bikin.


ARARAT ARAS - DÎHA/WAN