Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş cara duyemîn hate mohrkirin gelê Geverê careke din mohr jê kir û dest bi perwerdehiyê kir. Polîsan doh serê sibê seat di 05.00'an de bi ser Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş a ku li taxa Esenyurtê ji aliyê Şaxa KURDÎ-DER'ê ve hate vekirin de girtin û deriyê dibistanê yê derve û hundir şikandin. Piştî lêgerîna li dibistanê pêk anîn li ser fermana Waliyê Colemêrgê dibistan cara duyemîn mohr kirin. Xwendekar û malbatên srê sibê hatin dibistanê dîtin ku dibistan carekek din hatiye mohrkirin û got, "Hinî ew mohr bikin em jî dê jêbikin. Em dê vê dibistanê bidin jiyîn." û mohr jê kirin û ketin dibistanê. Xwendekarên derbasî polan bûn perwerdehiya xwe berdewam kirin.
AMED/COLEMÊRG
Ji bo neviyên xwe di nobetê de ne
Li dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Amedê gelê ku mohrkirina dibistanan qebûl nake di her fersendê de mohrên dibistanan jê dikin. Dapîrên dixwazin neviyên wan bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin li ber dibistanê rûdinin. Du jinên bi navê Pîroz Bayoglu û Qoçer Sarî yên temenê wan bi ser 70 saliyê de jî li ber dibistana dowîza "Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" pêve daliqandî rûniştin. Dayîkan bertek nîşanî mohrkirina dibistana neviyên wan lê perwerdehiya zimanê zikmakî bibînin, da û xwestin ku dest ji girtina dibistanan berbibin.
AMED
Li Dêrikê perwerdehiya Kurdî
Li Dêrikê TZPKurdî û Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Gulasor a Şaredariya Dêrikê ev 4 roj in perwerdehiya Kurdî didin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê ji bo şermezarkirina zextên li ser zimanê Kurdî tên meşandin û xwendekarên dibistanan boykot dikin ji hêla TZPKurdî û Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Gulasor a Şaredariya Dêrikê ve 4 roj in perwerdehiya Kurdî tê dayîn. Perwerdehiya Kurdî li konê ku li Meydana Cevîzpinarê hatiye vedan tê dayîn û rastî eleqeyek mezin hat. Di perwerdehiyê de mijara rêziman hat dîtin. Hat zanîn ku dê heta dawiya heftê perwerdehî bê dayîn.
MÊRDÎN