
Mor Gabrîel, yan jî Dêr Emer navnîşana dîrok û şaristaniyên qedîm e. Ji bilî wê, xeta navbera mirov û jiyanê ye. Çavkaniya dîrok, çîrok û destanên cuda ye. Neynika îdeolojiya dewleta Tirk û rastiya ku qirkirina gelê Sûryanî berdewam dikê ye. Dêr Emer, Mor Gabrîel, semboleke û ji aliyê her baweriyên herêmê yên cûda ve pîroz tê dîtin.
Mor Gabriêl, li navenda Tur ul Abîdîn, bi nave kin-kirî Torê, bi nave Kurdî Çiyayê Hevêriya ye. Di navbera Midyad û Hezexê de û li pêgiheke rast, lê ji newal, gelî û deştê bilindtir de hatiye avakirin. Pêgiha wê, li ser riya navendî ya herêmê ye û ji Midyadê dirêjî Hezex û Cizîrê dibe. Wek qonaxeke rêbûwariya qedîm jî rol lîstiye û bûye cihê parastina karwanên bazirganiya dem û dewranan. Hejmara zêde ya çal û xaniyên li dora ayîngehê jî nîşaniya vê yekê ne. Ji bo ku dikaribe bersiva mêvanan û kesên xwe lê digirin bide, zeviyên wê, bax û bîstanên wê jî zêde hene.. Gundên dora wê Qartmîn, Zînewl, Xirbih, Dawrîk, Kefrê, Kîwex û Şêxan in. Arbo û Sarê jî gundên cîran yên nêzîk û duyemîn in.
Ji bo hemû baweriyan pîroz in
Şêxan xerabe ye û di nava van gundan de, xwedî erd û zeviyên herî fereh e. Şêxan, di dema xwe de, gundekî navendî ye û parastina herêmê dikir. Ziyaretgeha Hexê Bêsa, xwedî pîroziyek biqasî Mor Gabriêl e û li Şêxanê ye. Çîroka vê ziyaretê jî navdar e. Mor Gabrîel û Hexê Bêsa, ji aliyê gelên herêmê yên xwedî baweriyên cûda teva, bi pîrozî têne qebûl kirin. Misilman, Sûryanî, Êzîdî Mor Gabrîel jî, Hexê Bêsa jî pîroz dibînin û nirxekî giranbiha didine wan. Ev jî dide xuya kirin ku wargehê kulturên cûda, hîna jiyana bi rûmet ya hevreyî, aştîxwazî diparêzin û kulturan teva dewlemendiya xwe dibînin. Dema ku mirov ji dîroka fermî dûr bikeve û di nirxên herêmê de li rastiyê bigere, mirov wê dîroka gelên li herêmê jî fêm bike, nas bike û rast binirxîne.
Niştecihên van gundan, bi baweriya olî, Misilman, Êzîdî, Sûryanî ne. Weke netew jî Kurd û Sûryanî ne. Derbarê Mihelmiyan de bîrdozên cûda hene. Aliyek, Mihelmiyan Ereb dibîne, aliyek Artukî dibîne, aliyek Kurd, aliyek jî Sûryanî dibîne. Ev ne giring e, silav li sifra hazira, îro Mihelmî rastiyeke herêmê ne û hene, xwedî kultur û zimanekî taybet in.
Heta îro, lêkolînên hatine kirin û belgeyên têne destnîşan kirin jî, li gorî dîroka fermî ya Tirkan e. Di demên dawî de, hinek komele û kesayetiyên cûda derbarê Mihelmiyan de lêkolîn kirine, hinek rastî jî derxistine holê, dîsa jî, ji rastiya herêmê dûr in, ji rastiya dîrokê dûr û ne li gorî diyalektîka jiyan û etnografya herêmê ne. Ji ber ku di lêkolînên van sazî û kesan de, gotina Kurd wek sucekî tê dîtin. Ev jî rastiya herêmê winda dike, di reşiyê de dihêle. Ji ber ku, belgeyên fermî, wek felzekeyên polis û dozgeran e û rastiya dewletê, fermiyeta dewletê diparêzin. Rastiya hevbeş ya lêkolînan teva ewe ku, herêm çavkaniya şaristaniyê ye, wargehê kulturên cûda û mozaîka gelan, bawerî û kulturên cûda ye. Ev rast e, lê ne tevahiya rastiyê ye. Kes li ser belgeyên Roma, Sûryaniyan, arakelojîk, tablet û papîrûsan, li ser belgeyên Firawunan lêkolînan nake. Kes li Qutsê li ratsiyên herêmê nagere. Mîna ku, ji bilî Selçukî, Osmanî û Komara Tirkiyeyê pê de, tu kesê din hêz nîşan nedane û ne xwediyê vî cihî ne.Bavoooo! Mêrdîn bi tenê, Midyad bi tenê Mor Gabrîel bi tenê, Nisêbîn bi tenê, Dara bi tenê, Hex, Helex û Mizîzex û hwd. bi tenê çavkaniyên dîrokî ne.
Rol û mîsyona Mor Gabrîel
Hemberî ku Zinewl û Qertmin bi zimanê Mihelmî diaxivin û her du gund jî xwe “seyid” dibînin; gundên Xirbih û Dawrîk jî seyid in, lê bi zimanê Kurdî diaxivin. Kîwex Êzîdî ne, bi Kurdî diaxivin. Kefrî Sûryanî ne, bi Kurdî diaxivin. Lewma teoriyên ku heta îro hatine vegotin, teva di çarçoveya îdeolojiya fermî û felzekeyên dewletê de dimînin. Mihelmî çi dibin bila bibin, biqasî Sûryaniyan, biqasî Kurdan xwediyê cih in û hevparê wê şaristanî û vê kulturê ne.
Mijara me Mor Gabrîel-Dêr Emer e. Divê werê zanîn ku Mor Gabrîel xwedî mîsyonek dîrokî, olî û civakî ye. Di her sê mijaran de jî bandor li her bawerî û netewa li herêmê kiriye. Bi Dêr Emerê-Mor Gabrîel re, Hexê Bêsa jî xwedî pîroziyek taybet e!... Balkêş e ku Hexê Bêsa jî ne weke ziyaret û ocaxa Misilman, weke ocaxên hevpar yên bawerî û gelên herêmê têne qebûl kirin. Kevintir ji dîroka Misilmantiyê ne.
Çîrokek li ser Mor Gabrîel
Ev her du parêzgehên pîroz xwedî taybetmendiyên cûda ne. Li ser navê wan jî çîrokên cûda hatine vegotin. Li ser navê Dêr Emerê çîr okek heye. Çîrok gelerî be jî, çêkiriye û berhemê misyonerên Misilmantiyê ye. Dibêjin; Emer-î Bin Xetab hatiye herêmê û di Mor Gabrîel de hatiye girtin, Elî hatiye û ew xelas kiriye. Dewsa lingê Duldula Elî jî, li ser latikên, di riya navbera Şêxan û Mor Gabrîel de hene. Min jî ew qonçalkên di latan de dîtine,, ya rastî ew qonçalk ne dewsa hespan e, qonçalên xwezahî ne. Xala herî giring ew e ku, Mor Gabrîel xwedî ZÊW e. Zêw, bi zimanê Sûryanî “ŞÊHR” e, tevgerek civakî ye; têkiliya mirov û axê, mirov û xweza, mirov û aştiyê, mirov û şaristaniyê, mirov û aboriyê, mirov û kulture, mirov û civakê ye.
Zêw an festîvala Mor Gabrîel
Zêw, wek mihrîcanan têne pîroz kirin. Li Herêma Torê, Çiyayê Hevêriya, Tur-ul Abidîn, derdorê 6-7 ZÊW-ŞEHR'an hene. Yek ji wan zêw-şêhrên navdar ya Mor Gabrêl e. Di zêwan de, niştecihên gundên derdoran teva li wargehê zêwê kom dibin. Zêwa Mor agbrîêl 7 roj û 7 şevan berdewam dike. Di zêwan de, kêf û coş jî heye, bazirganî û bazar, huner û karsazî jî hene. Xwedayê zêw-şehrê mecbure xwarin û vexwerina cemawerê kombûyî teva bide. Her roj bi dehan beroşên heft çembilî li ser tifikan têne danîn, savar, birinc, fasulî û gişt û hwd. têne kelandin. Dêr Emer-Mor Gabrîel jî yek ji van wargehên taybet û navdar e û mêvanên xwe ku bi hezaran kes kom dibin, bi merd û merdanetî himbêz dike. Ne tenê ev e; Mor Gabrîel ji aliyê gelên li herêmê ve, wek wargehê mistîk, pîroz û wargehê niyaz-qebûlkirinê jî tê nas kirin. Ev baweriya qedîm, ji aliyê mêr û jinên ku zarok ji wan re çênabin ve tê qebûl kirin. Jin û mêrên ku zarok ji wan re çênabin, yan mistek ji axa Dêr Emerê-Mor Gabrîel dibin û xwe pê dişon; yan jî şevekê li wir radizin û roja din, dibin sîwana deriyê ketina dêrê de çend deqiqeyan radiwest in û niyazên xwe dikin.
Warê efsane û mûcîzeyan
Wargehekî ku gelek efsane û mucîzeyên Xwedayî têne gotin e. Ev aliyê Mor Gabrîel, Dêr Emer, nirxekî mîstîk û ezmanî di nava xwe de diragire. Ev xisleta Dêr Emerê, taybetmendiyek cûda jî didiyê. Ev bawerî, qinyat û aliyekî sofîstîkiya derwêşî û îlahî ye. Her çiqasî tê gotin ku, xwedî dîrokek 1600 salî ye jî, zêdetir e. Ji ber ku di hevoka pêşî ya dîroka Mor Gabriêl de tê gotin:, “Mor Gabrîel, cihê agirperestan bû, Mor Şmuel ji Qertmînê çû û kire dêr.” Di malpera Mor Gabrîel de, dibêje “ji aliyê Mor Şmuel ve (O. 409) an de hatiye damezrandin. Di navbera her du dîrokan de, sedsal hene, lê ya giring misyon û rola vî wargehê pîroz ya li herêmê ye.
Tim bû hedefa êrîşan
Mor Gabrîel li herêma Tur ul Abidîn, bi nave Kurdî li Çiyayê Hevêriya, xwedî rol û misyonek civakî û olî dilîze. Lê ev rola civakî û olî, di her êrîşa dagirkerî û talangerî de bûye hedef. Di dema ku hêzên Misilman ketin herêmê û heta îro, ji êrîşên dagirkerî, talangerî û desdirêjiyan xelas nebûye. Gelek axayên herêmê jî, li hemberî Mor Gabrîel bextreşî kirin û xwestin talan bikin. Pêwiste werê zanîn ku, kes û derdorên hêza talankirin û destdirêjiyên li Mor Gabrîel, di xwe de dîtine, her dem alîgîr û hevalbendên dewletê ne. Îro, direkt bûye hedefa dewlet û desthilatdariya AKP'ê. Biryara dawî ya dagirkirina daristan û zeviyên Mor Gabrîel jî nîşaniya vê ye. Demeke dirêj e ku, pirgsirêka Mor Gabrîel berdewam dike. Sûryaniyan gelek gazin ji axayên herêmê kirin û mafê wan yê gazinan jî heye. Ji ber ku di nava demûdewranên dirêj de, gelek caran destdirêjî li Mor Gabrîel çêbûne, lê Mala Osman, Haco, Hiseynê Ferho, Çelebî, Elîkê Betê û Saroxan ev destdirêjî qebûl nekirine û her cure êrîş û talangerî berteref kirine. Bêguman Sûryaniyên li herêmê jî heta dawiyê li ber xwe dane û li dijî van êrîş û talangeriyan têkoşîn kirine. Van mirovên ku min navê wan hejmartin, di FERMAN-SEYFO de jî, li dijî Osmaniyên Îttîhadî, Sûryanî parastin. Ev rastî di pirtûka Faîk Bulut; “Di Sêkûçka Teng de Sê Serîhildan”, Rp. 16 de tê ziman. Ji ber ku hingî jî, Ferman-Seyfo bi biryara Konseya Ewlekariya dewletê hate standin, Îro jî, talangeriya li dijî Mor Gabreil, bi biryara Konseya Ewlekariya Dewletê tê dayin.
Ferman-Seyfo berdewam dike
Îro jî, dewleta ku ferman-seyfo betal nekiriye, di çarçoveya hiqûqî de dagirkerî û talangeriya Mor Gabrîel-Dêr Emerê kiriye pratîkê. Bêguman ev hêrsa dewletê ya qedîm e. Berî niha Mor Gabrîel û Metran, ji destek kirina Haraketa Azadiya Kurd jî gunehkar kir. Dewleta Tirk, çend caran Mor Gabrîel û Metranê Dêrê Ebûn-mi’(c)elyo Samuel Aktaş, bi desteka gerilayên Kurd gunehkar kirin. Ev mijar jî, ji bo dewleta Tirk şermezariyek rûreşiyê ye. Ji ber ku gunehkar-kirina Dêr û Matranê Mor Dêrê, armanc û zihniyeta dewletê ya li hemberî gelê Sûryanî destnîşan dike. Matranji 12 , lîderên ruhanî yê herî mezin yê Sûryaniyan e. Gunehkariya wî û giliyê li dijî wî, tê wateya gilî û gunehkarkirina gelê Sûryanî teva.
Dozên bê bingeh hatin vekirin
Gundên ku, berî niha li dijî Mor Gabriêl doz vekiri jî derewan dikin, ew zevî, daristan û çiya ne yê wan e û têkildarî dewletê haraket dikin. Gundê Zinewlê ne gundekî gelekî kevin e û di erda Şêxanê de hatiye avakirin. Lê niha bi destek û şîretkariya dewletê, yan jî hempayên dewletê axayên herêmê, di nava karwanê li dijî Mor Gabrîel de cih girtine. Piştî qîr û teşqeleyên deh salan, gundiyên derdoran tu encam bidestnexistin; niha jî dewletê dîrekt mudaxele kir û Wezareta Daristanan dest avête mal û mewdanê Dêrê, talangerî û dagirkerî da destpêkirin.
Sûcê mirovahiyê dikin
Biryara Dadgeha Bilind ya Tirkiyeyê jî, îdeolojiya îttîhadiyan ya qirkirina gelê Sûryanî ye. Biryar dide xuya kirin ku, di şexsê Mor Gabrîel-Dêr Emerê de, qirkirin û talankirina gelê Sûryanî berdewam dike. Di destpêka sedsala bîstûyekê de jî, li hemberî gelê Sûryanî sucê mirovahiyê tê kirin. Şûrê îttîhadiyan yê li dijî gelê Sûryanî, di sala 1914-15'an de ji kalan hate kişandin û hîna ne ketiye kalan. Ev hişmendî û îdeolojiya qedîm ya dewleta Tirk e.
Îdeolojiya fermî, di nava demê de wek siyaseta rantê pêşket û axayên herêmê, burokrasiya dewletê bûne parçeyek ji vê rûreşiyê. Gelê Sûryanî weke çavkaniya rant û talangeriyê hate dîtin.
Biryareke dij hiqûqî
Hemberî ku ji sala 1930 î heta îro, Mor Gabriêl bac û bêşa zevî û darisatanan teva dide, Dadgeha Bilind ya Tirk, biryarek antî-hiqûqî û siyasî da. Li gorî agahiyan, dewletê belgeyên di dosya dozê de jî derxistine û winda kirine. Ev jî dide xuya kirin ku komplo heye, armanca dewleta Tirk ferman-seyfo ye.
Gelê Sûryanî xwedî dîrokek trajîk e û wek birîna mûmarî hîna jî, ev dîroka tarjîk berdewam dike. Di herka dîrokê de, bûyerên derketin pêşiya gelê Sûryanî biqasî bûyerên Tewratê trajîk û drametîk in.
Dewletê gelê Sûryanî kiriye hedefa xwe. Dewlet û desthilatdariya AKP'ê, ku berî niha banga vegerê li Sûryaniyan dikir, îro berê xwe daye gelê Sûryanî û di şexsê Mor Gabriêl de, qirkirina gelê Sûryanî didomînin. Êdî lîstikên qirêj û gemarî vekirî têne lîstin. Di dema dagirkeriya Qibrisê de jî, hate xwestin ku lîstikek bi vî rengî bikin pratîkê, lê xwedî xîret û rûmetdarên Kurd, rê li ber bûyeran girtin û mina salên 1914-15'an li Êstilê û Mala Osman dijberiya xwe nîşan dan. Îro xuya dike ku, Kurdên bi rûmet û xîret jî ber şibaqa dewletê û rûreşên Kurdên Îttîhadî ketine, li herêmê bê bandor bûne, nikarin dengê xwe bilind bikin. Divê werê zanîn ku, di pratîze kirina qirkirina modern de gunehkariya rêxistinên siyasî yên gelê Sûryanî jî heye. Pêwiste berî her kesî ew rêxistinên siyasî xwe, têkiliyên xwe û siyaseta xwe dibin çavan re derbas bikin.
Dagirkeriya li dijî Mor Gabriêl, bi qanûnên Tirkiyeyê hatiye pêkanîn û tê xwestin di qada navneteweyî de rewa nîşan bidin. Lê baş tê zanîn ku qanûnên Tirkiyeyê antî-demokratîk in û li dijî mafên mirovane, nasnameya gelan red dikin. qanûnên wiha derî hiqûqê gerdûnî ne û meşruiyeta wan nine. Eger hiqûqa dewletî derbixin pêş jî, mina di mijara mal û mewdanê Rum, Ermeniyan de hate xuya kirin, zêdetir zor heye. Zor jî bi qanûnan rewa nabe. Biryara Dadgeha Bilind ya Tirkiyeyê antî-demokratîk e û dagirkeriya Mor Gabriêl e, bi tu rengî rewa nabe. hiqûqê ku nasnameya gelan, hebûna gelan “mulga” bike, di hiqûqê gerdûnî de erê nabe. Ev kiryarek derî xweza, derî însanî û antî exlakî ye. Hiqûqê derî xweza, derî însanî û antî-hiqûqî meşru nabe. Lewma biryara Dadgeha Bilind ya Tirkiyeyê jî antî-hiqûqî ye, antî- însanî û antî exlaqî ye. Navê wê yê rastî, dagirkirina Mor Gabriêle û ji nû de dest pê kirina ferman-seyfoya gelê Sûryanî kirin e. Desthilatdariya AKP'ê, dema damezrandina partiya xwe de, gotina “di desthilatdariya me de, qedexe wê werin qedexe kirin” derxiste pêş. Reklama xwe, propagendeya xwe jî bi vî rengî kir.
Vaye firaze!... Vanê kiryarên AKP'ê!..
Rêbaza nû ya qirkirinê ye
Yek komkujiya bi çekên kimyewî, ya din jî di şexsê Mor Gabrîel, Dêr Emerê de, fermana qirkirina gelê Sûryanî ye. Ev du mînak bi tenê ne. Stratejiya desthilatdariya AKP'ê, ji stratejiya fermî ya dewleta Ittîhadî ne cûdatir e. Ceberrûdiya dewleta Tirk, di dagirkirina Mor Gabriêl de careke din eşkere bû.
Desthilatdariya AKP'ê, dibin nave îradeya neteweyî û bi navê dewletê, zihniyeta li dijî gelan û qirkirinan rewa dike, bi demagojî û teşqeleyên siyasî dixwaze ku encamê bidestbixe û dewşirmetî û tunekirinê teman bike. Gelo îradeya neteweyî û bi navê dewletê dikare her cure dagirkeriyê û kujeriyê bike?
Kîjan hiqûq vî mafî dide dewletê? Kîjan desthilatdarî, xwedî wî mafî ye ku mafên xwezahî yên gelan dagir bike, tune bike? Gelo gelên dibin metirsîniya tunekirin, dagirkerî û tunekirinê de, mafê xwe yê parastina rewa nine? Ji bilî desthilatdariyên despot, otorîter û diktator, ji bilî sîstemên faşîzan, tu demokrasî, tu hêz û tacîdar nikarin vê bê-edaletiyê û antî hiqûqiyê bikin!...
Encama feraseta 'yek'perestiyê ye
Du rûdênên êrîş û destdirêjiyên li dijî Mor Gabriêl hene. Yek dewletî ye, yek jî berjewendî ye. Ya dewletî îdeolojîk e û gelekî metirsînî ye. Bi faşîzma reş ve girêdayî ye û bingeha wê digihe hişmendiya Îttîhadiyan û fernan-seyfo. Sirr û razên li pişta bûyera êrîşên li dijî Mor Gabrîel jî, di kûraya dîrokê de, di nava fulyona pişta neynikê de veşartî ne. Ev taktîkek qedîm e û hîna jî tê bikaranîn. Gelek caran hestiyên mirovên ku di komkujiyan de di şikeft û çalan de hatine veşartin, di nava demê û ji sedemên xwezahî derketine ser rûwê erdê, rastiya kiryarên faşîzan eşkere kirine. Lê dewlet, bi awayekî lezgîn û mina sirrekî dewletî, qedexeyan datîne ser bûyerê, riya ragihandinê digire û herêmê dike bin parastinek eskerî, hoy û mercên şer û rewşeke awarte li wir îlan dike. Ev tirsa eşkerebûna buyer û kiryarên kirêt û sucê mirovahiyê ye. Biryara fermî ya dewleta Tirk, ku erd, daristan, zevî, yanî mewdanê Mor Gabrîel talan dike, ne tenê “çend metrekarêya daristan û parastina daristanan e”, mezintir û kûrtir e. Aliyekî wê yê dîrokî heye.
Polîtikaya Erdoganê îttîhatî
Mirovên ku min navê wan hejmartin, di FERMAN-SEYFO de jî, li dijî Osmaniyên Îttîhadî Sûryanî parastin. Ev rastî di pirtûka “Di Sêkûçka Teng de Sê Serîhildan”, Faîk Bulut, Rp. 16 de hatiye ziman. Ji ber ku hingî jî, Ferman-Seyfo bi biryara Konseya Ewlekariya dewletê hate standin: Îro jî, talangeriya li dijî Mor Gabreil, bi biryara Konseya Ewlekariya Dewletê tê kirin.
Mor Gabrîel, wargehê herî bi hêz, ya civak, nasname û kultur gelê Sûryanî ye û weke Qutsa duyemîn tê bi nav kirin. Dewleta dibin serokatiya Recep Tayyip Erdoganê îttîhadî de, dixwaze ku vê tehlokê ji pêşiya xwe rake, da ku qirkirina Sûryaniyan ya sala 1914-15an temam bike. Ji ber ku ferman-seyfo ya qirkirina gelê Sûryanî berdewam dike.
Çareserî berxwedan û yekîtiya Sûryaniyan e
Gelê Sûryanî, ji dema Roma heta bi şerê xaçparêzî, ku hêzên bazirganên Rojavayî, Patrîkxaneya Antakya wêran kirin û heta bi Ferman-Seyfo jî, xwedî dîrokek berxwedanê ye, her dem û dibin her cure mercan de serê xwe ji hêzên dagirker û talanger re ne tewandiye. Daxuyaniya serokê “Seyfo Center” Sabrî Atman ya derbarê talankirina Mor Gabriêl de,dide xuya kirin ku ewê li mîrateya cengawerî û li cih û warê bavûkalên xwe xwedî derbikevin. Baş tê zanîn ku Haraketa Azadiya Kurd, derfetên baş dane Haraketeke Sûryanî, ku bi armanca pêşengîtiya azadiya gelê Sûryanî derxiste pêş. Gelê Sûryanî hêviyên xwe bi wê Haraketê ve girêdan û destek jî danê. Mixbain piştî demekê, pêşengên gele Sûryanî, şaş bûn, di karê xwe de xirr bûn, ketin davik û kemînên dewleta Tirk û hatin lîstikan. Di destpêkê de li dijî hev şer kirin, hevûdin gunehkar kirin. Encam jî giha talankirina Mor Gabriêl. Di talangeriya dewleta Tirk ya li dijî Mor Gabriêl de, para siyasetmedar û rêxistinên siyasî yên gelê Sûryanî jî heye.
MEDENÎ FERHO
medeniferho@hotmail.de