Hunermendên ku ji Afrîka, Asya, Avustralya, Ewropa, Rojhilata Navîn, Amerîkaya Latîn û ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tevlî Bîenalê bûbûn li 30 qadên cihê di pêşangehan de berhemên xwe nîşandan. Ji xeynî muzeya otelan, li bankên kevn, baxçe, dibistan, dikan, avahiyên taybet jî peşengehên ku hatibûn vekirin gelek bal kişandin. Di pêşangehan de berhemên nivîskar Orhan Pamuk jî derketin pêş.
Bêdengiya keviran
Hin hunermendan bi berhemên xwe ku hatine nîşandan mora xwe li Bîenalê dan. Yek ji wan Hunermend Sonîa Balassanîa bû û 12 peykerî bi navê "Bêdengiya keviran (Slience of Stones)" tevli Bîenalê bû. Balassanîa di sala 1942'yan de li Îranê hatiye dinê. Balassanîa tevî wênesazî, peykersazî, hunera vîdeoyê di gelek qadan de xwebatên xwe meşandiye. Piştî şerê li Ermenistanê bala xwe daye ser hunera femînîst, polîtîk û aktîvistiyê. Hunermend ji bo gelek xebatên hunerê jî pêşengî kiriye. Li Ermenistanê cara yekem Navenda Hunerê ya Rojane ya Deneysel a Ermenî vekiriye.
Berhemên hunermend Nîkîta Kadan jî eleqeyeke mezin dît. Nîkîta Kadan di sala 1982'yan de li Kîevê hatiye dinê û çavkaniya hunera xwe ji dîrok û wenê muzeya Ukrayna ya Rojhilat girtiye.
Sor û Sor
Yek ji hunermendên di Bîenalê de cîh girt jî, Asli Çavuşoglu bû. Çavuşoglu di sala 1982'yan de hatiyê dinê û li Stenbolê dijî. Pêşengeha bi çîroka (Sor) enstalasyon pêşkêş kir. Rengê sor ji kêzika sora Araratê tê. Bidestxistina teknîka renge sor a kezikê hê jî veşartiye û li Ermenistan ê dîroka veşartî temsîl dike.
Hunermend Lîu Dîng jî ji Çînê tevlî bû. Di sala 1976'an de li Jiangsu yê hatiye dinê û li Pekînê dijî. Di salên dawî de li ser hunera pratikî, dîroka hunere, bîrdoziyê û li ser 'Rastiya Welatpareziyê' a li Çîn'ê lêkolîn meşandiye. Di pêşengehê de berhemên wê di peşengeha bi navê Rastiya Welatpareziyê de hate nîşandan.
Şêweya Ramanê
Femînîsta civaknas Annîe Besant di sala 1989'an de tevlî Teosofistlera dibe. Teosofistler ku olan li hemberî hev dinirxînin, bi wekhêviya mirovan bawer dikin. Bi pirtûka bi navê "Şeklê Ramanê" ku Charles Webstere nivisandiyê mînaka teoriya hunera rezbere. Berhemên wê jî eleqeyeke mezin dît.
Marwan Rechmaouî jî di sala 1964'an de li Lubnanê hatiye dinê û hê jî li Beyrûdê dijî. Hunermend bi peykera bi navê Sitûnan ku ji erdnigariya Beyrûdê îlham girtiye beşdarî Bîenalê bûye.
ZEHRA DOGAN/JINHA/ STENBOL