Li paytexta Rûsyayê Moskovê amadekariyên Konferansa Kurd ya ku bi tevlîbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê wê pêk were, bi dawî bûn. Konferans bi hevkariya Yekîtiya Saziyên Sosyal a Kurd û Otonomiya Federal a Kulturî û Neteweyî ya Kurdên Rûsyayê pêk tê û îro bi serenavê "Li Rojhialata Navîn Şerê Sêyemîn a Parvekirinê" dest pê dike.

Bi pêşengiya Rûsyayê hevdîtinên li Astanayê pêk hatin û piştre 'Muxalifên Sûriyê' li Moskovê civiyan. herçî Konferansa Kurd e, sibe seat 11:00'an li Otela Prezident a Moskovê tê lidarxistin  


 MOSKOVA