Rayedarên Rûs gotin ew li gel dewleta Tirk li ser peymaneke nû ya S-400’î dixebitin.

Balkêş e ku ev daxuyanî piştî kombûna NATO’ê hate kirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê ji hevkariya leşkerî û teknîk a Federal rayedarê paybilind Alexander Mîkheîev got Moskow û Enqere li ser peymaneke nû ya S-400’î dixebitin.

Patronê saziya îxracata leşkerî ya Rûs Rosoboronexportê meha bihurî bi daxuyaniyekê gotibû ew hêvî dikin ku di nav 6 mehên pêşî yê sala 20202an de bi Enqerê re peymaneke nû deynin.

Ji ber S-400’î di serî de bi DYE’yê re, di navbeyna Tirkiyê û hevalbendên NATO’yê de rageşî heye. DYE’yê ev peymana bi Rûsyayê re kiribû hincet û beşdarbûna dewleta Tirk a nava bernameya pêşvebirina balafirên şer F-35’an sekinandibû. Lê li gel vê jî, DYE’yê rê dabû dewleta Tirk Rojava dagir bike û komkujiyan bike.

 

ANF/MOSKOW