
HAMZA GUNDUZ / MA / COLEMÊRG
Berr û berrikên Colemergê yên bi rengên xwezayî, nexşên xwe û bergiriya xwe nav û deng in, bi destên jinan zindî dibin. Tevnkerê berran, Enîs Aktaş, diyar kir ku hem ji bo aboriya xwe û hem jî ji bo nirxekî çandî, ew berr û berrikan çê dike.
Li Colemêrgê bi salan e ku hema hema li her malê, dezgeheke berrikê heye, lê di van salên dawî de tenê çend kes vî karî dikin. Bi valakirina gundan re bi taybetî, hirî nayê peydekirin. Ji ber vê her ku diçe berrikên Colemêrgê tên jibîrkirin.

‘Berik romana jinê ye’
Abdulkadîr Garîpgazîoglu yê kargeha berikan a taybet li navenda Colemêrgê dixebitîne, diyar kir ku nexşên li ser berrikên Colemêrgê, mîna dîrokekê ne ku nehatiye nivîsînd û wiha axivî: “Nexş, reng û darêjnivîsa li ser berrikan, tenê aydê Colemêrgê ne, wate û çîrokeke her nexşekê heye. Berikên Colemêrgê bi rengên giran û nexşên xwe yên herêmî ji yên din cuda ne. Nexşên li ser berrikan sembola hest û ramanê ye. Di nava berikên min çêkirin de modelên ‘Kesneger’, ‘Canbezar’, ‘Xalitbeg’, ‘Gulgever’, ‘Lûleper’, ‘Gulhezar’ û ‘Gulsarya’ hene. Nexşên her berikekê li gorî herêma xwe hatine neqişandin. Jinan tim hest û ramanên xwe bi nexşên berikan vedigotin. Berrik romana jiyana jinan e.”

Bi rengên xwezayê tên boyaxkirin
Garîpgazîoglu, anî ziman ku hewl dide ev nexşên girîng tune nebin û wiha domand: “Ji sedî sed rengên me xwezayî ne. Ji kok û nebatên me ji gund, çiya û zozanan kom kirî, em rengê cuda bi dest dixin.” Garîpgazîoglu got, “Bi 8 jinan, em vî karî dikin. Piraniya berrikên em çê dikin, em dişînin Ewrûpayê. Ev pîşe li ber nemanê ye. Ji ber ku peydekirina hosteyan zor e. Tevinkarî karekî zehmet e, ji ber vê nifşên niha zêde pê re elaqedar nabin.”

Çand nebe, hebûn jî nîne
Enîsa Aktaş a ku ev 16 sal in berrikan çêdike, diyar kir ku piştî gundê wan hat valakirin, sala 1993’yan li Colemêrgê bi cih bûye û wiha axivî: “Hem ji bo aboriya mala xwe û hem jî ji bo nirxê çandî yê herêmê biparêzim, min dest bi çêkirina berrikan kir. Hemû gel bi çanda xwe heye. Baweriya min bi vê yekê tê. Gelê ku çanda wî tinebe, hebûna wî jî tineye. Berrik jî parçeyekî çanda me ye. Li gel vê yekê em jin pêdiviyên xwe jî derbas dikin. Bi vê dahatûyê bêyî ku hewcedarî ti kesî bibin, jiyana xwe didomînim.”