
Fêrkirin û fêrbûna Kurdî bi Şoreşa Rojava re, êdî di mekan û demê de sînor nas nake. Li komîna Şehîd Hecî ya li taxa Hilêliyê li Qamişlo, 50 zarok û 40 jin cihê xwe di dewreya Zimanê Kurdî de digirin.
Komîna Şehîd Hecî ya li taxa Hilêliyê dewreya perwedeyê ya zimanê Kurdî bi beşdarbûna 90 endaman daye destpêkirin. Dewreyê beriya bi 2 mehan dest pê kiriye û 50 zarok û 40 jin beşdarî dewreyê bûne.
Dewreya perwerdeyê ya zarokan ku bi beşdarbûna 50 zarokên 7 ta 12 salî saet 07.30ʹî de dest pê dike û heta saet 08.30ʹî dewam dike. Dewreya jinan jî saet 08.30ʹî dest pê dike û heta saet 09.30ʹan de dewam dike. Jinên tevlî dewreyê bûne 18 ta 50 salî ne.
Bi şahiyê dê dawî bibe
Dilovan Ehmed Resûl li ser xebata perwerdeyê serê xwe diêşîne. Dayîka bi navê Salîha Cemîl ku tevlî dewereya perwedeyê bûye kêfxweşiya xwe îfade dike û dibêje, wan li komînê keys lê anî ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin.
Dayîka bi navê Hêlîn Osman têkildarî perwedeyê dibêje, di komînê de derfeta wan çêbûye ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin. Zaroka bi navê Nûcan Hesen a 8 salî jî bi vebûna dewreyê kêfxweş e. Tê payîn ku di nava çend rojên din de dewre bi dawî bibe. Bidawîbûna perwedeyê bi şahiyekê wê were pîrozkirin û bawername li xwendekaran bên belavkirin.
SILAVA EBDULREHMAN/ANHA/QAMIŞLO