Hin ji welatiyan ji bo destûra kirîna motorên ceyranê werbigirin daxwaznameyên xwe pêşkêşî Komîteya Ceyranê ya girêdayî Saziyên Civaka Sivîl kirin û piştî ku daxwaza wan were erêkirin, bi hevkariya komîteyên têkildar motorên ceyranê têne organîzekirin. Erka odeya endeziyaran derbarê vê mijarê de jî ewe ku şert û mercên amadekariya motoran lêkolîn bike û li ser erê bike. Şaredariya Gel jî cihê ku motorê lê werin danîn diyar dike û dûrbûna di navbera motoran de diyar bike. Hejmara motorên ku li herêma Efrînê bêtirî 70 motoran e û hêza wê di navbera “60 – 100 – 120” kîlowat e û bi ampêran li gorî pêdiviyên welatiyan li wan tê belavkirin. Buhaya her ampêrekî jî li gorî buhaya mazotê û ji aliyê komîteyê ve tê diyarkirin. Şertên ku pêwîste karsaz ji bo wergirtina destûr bikaranîna motoran werbigirin, pêk bînin ev in: “Divê ceyranê bi awayekî rêk pêk bidin welatiyan, divê pereyan pêşde ji welatiyan wernegirin, divê ceyran bidin hemû malên ku ji devera motorê re hatiye diyarkirin û eger pirsgirêkek di motorê de derket divê karsaz di demek pêş de ceyrana welatiyan li wan vegerîne.” Eger karsaz li gorî buhaya ku ji aliyê komîteyê ve hatiye diyarkirin tevnegere û li gorî saetên hatine diyarkirin motoran bikar neyne û destûra xwe nû neke, dê 5 hezar lîre pere ceza lê were birîn. Eger dubare bû jî ceza radibe 10 hezar û cara din 3’emîn jî hewaleyê Dadgeha Gel dibe. Tê zanîn ku ev proje bi awayekî heta ku çareyek ji pirsgirêka ceyranê re were danîn, dewam bike.
EFRÎN