Weke din jî îbareya ku “faliyetên terorî yên PKK’ê bû sedema qurbaniya 40 hezar kesan” ya di raporaê de bi piraniya dengan hate red kirin. Li cihê wê îbareya “Di pevçûnên di navbera Tirkiye û PKK’ê de 40 hezar kes bûn qurban” cih girt û bû biryar.
Li aliyê din jî endamê MPKE yê BDP’yî Ertugrul Kurkçu ji bo raporê têkildarî îadekirina mafên Elewiyan pêşniyar pirsek da. Kurkçu di pêşniyarpirsa guhertinê de got: “Pêwîste rayedarên Tirkiyeyê mafên cemxane û perwerdeya baweriyê, mafên hatine dagirkirin, mal û îbadexaneyên hatine jêstandin bêne îadekirin.” Her wiha ji bo ev daxwaz bikevin jiyanê jî, îbareya bi civaka Elewî re jî pêvajoyek ya diyalogê bê destpêkirin di raporê de cih girt.
Durrieu: Bi muzakereyan çareserî
Ji aliyê din ve Raportorê Tirkiyeyê ya Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê Josette Durrieu di vekirina nîqaşên raporê yên di lijneya giştî de bang li Tirkiyeyê kir ku, pirsgirêka Kurd bi muzakereyan çareser bike. Durrieu her weke din jî got, Tirkiye pêwîste madeyên di hevpeymana AYBYK yên xurtkirina îdareyên rayeya herêmî îmze bike.
Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê dest bi hevdîtina rapora Tirkiyeyê kirin. Di destpêka hevdîtinên li Lijneya Giştî de Raportorê Tirkiyeyê Josette Durrieu mafê axaftinê girt û di derbarê rapora 65 rûpelî agahî dan.
Durrieu da diyarkirin ku, Tirkiye di pêvajoyekî hesas de derbaz dibe û balkişande ser pêwîstiyên makezagona nû. Durrieu anî ziman ku, “Pêvajoya ku Tirkiye di nav de ye pir hesase û her wiha di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek reformên ku Tirkiye bike hene. Tirkiye bi makezagona cûntayê nikare pêşerojê avabike, naber bersiv. Ji ber vê çendê makezagonek din xwe ferz dike.”
Durrieu di berdewama axaftina xwe de got, pêwîste Tirkiye bi makezagona nû pirsgirêka Kurd bi diyalog, muzekere û siyasî çareser bike. Durrieu destnîşan kir ku, “pêwîste mafên çandî, îdarî û zimanê zikmakî bizagonî nas bike û qebûl bike, bi hevpeymana KA ya kêmenetewan, mafê perwerdeya zimanê zikmakî û şertê zimanên herêmê û deverê qebû bike û bixe meriyetê.” Weke din jî Durrieu diyarkir ku, Tirkiye pêwîste madeyên di hevpeymana AYBYK de heyîn yên xurtkirina îdareyên rayeya herêmî îmze bike.
Nîqaşên di lijneya giştî ya Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê didomin.
ANF/STRASBOURG