Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) metirsiyên xwe ji tîfaqa Astana ya “Herêmên kêmkirina şer” anîn ziman û diyar kir ku ew bi fikar e ku di encama vê tîfaqê de alozî derbasî herêmên biewle bê kirin.
Rûsiya, Îran û Tirkiye di 4’ê Gulanê de, li ser diyarkirin “Herêmên kêmkirina şer” ku Humis, Hema, Idlib, paytexta Sûriya Şam digire nav xwe, lihev kirin. Lê Herêmên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji vê hevpeymanê hatine dûrxistin.
Derbarê mijarê de MSD’ê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji hemû peymanên ku rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin wiha anî ziman: “Danûstandinên dawî yên Astanayê di navbera nûnerên komên çekdar û şandeya rejîma Sûriyê de, bi sponseriyek sîalî ya Rûsî, Îranî û Tirkî pêk hatin. Di encama van danûstandinan de, li ser avakirina 4 herêmên ku şer lê bê kêmkirin û ji aliyê welatên sponser bên şopandin, hat lihevirin. Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de hemû peymanên ku dê rijandina xwînê l Sûriyê rawestînin, qebûl dikin.”
Ev peyam wê aloziyan bîne
Meclîsê metirsiyên xwe ku ev peyman şer veguhezîne ber bi herêmên bi ewle û Sûriyê parçve bike, parve kirin û daxuyanî wiha domand: “Em di metirsiyê de ne ku ev peyman aloziyê veguhezîne herêmên ewle yên li Sûriyê. Ev proje wê yekîtiya axa welat û gelê wê parçe bike û aloziya Sûriyê derbasî çerxek nû û metisîdar a nakokiyên nijadî û mezhebî dike. Ew ê kuştin û wêraniyê zêde bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN