Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi rûspiyên herêma Til Koçer re civiyan. Di civîna ku li Mala Gel a Til Koçer de hate lidarxistin de, rewşa dawî ya herêmê hat nirxandin.

Hevseroka MSDʹê Îlham Ehmed, Endamên Desteya Serokatiya MSD′ê Hikmet Hebîb û Îşoi Goriya, Endamê Desteya Siyasî Ebdulqadir Miwehed û Newal El-Mezîd, her wiha bi dehan rûspiyên herêma Til Koçer û nûnerên TEV-DEM û saziyên civakî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Hevseroka MSDʹê Ilham Ehmed axivî û bal kişand ser geşedanên siyasî yên di herêmê de û berxwedana şêniyên Bakurê Sûriyê ya li dijî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk.

Ilham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Helebê û destwerdana Tirkiyê di Bakurê Sûriyê de û wiha domand: ʺRêjîm texmîn dike ku bi girtina Helebê dê karibe tevahiya xaka Sûriyê bixe bin destê xwe. Tişta li Helebê bûye, di encama lihevkirina di navbera Rûsiya û TIrkiyê de pêk hatiye. Ketina Tirkiyê ya Cerablusê jî li gorî lihevkirinên navdewletî pêk hatiye. Cerablus bû bajarekî Tirkiyê û niha Tirkiyê dixwaze bargeheke xwe ya leşkerî li Extirînê ava bike. Tirkiyê ji destpêkê û heta niha siyasetek dagirkerî dide meşandin û dixwaze serdema Osmaniyan careke din vegerîne.ʺ

Pîlana Tirkiyê asteng dike

Ilham Ehemd da zanîn ku pirojeya demokratîk ku li Bakurê SÛriyê bi navê Neteweya Demorkatîk hatiye avakirin, pîlanên Tirkiyê asteng dike û wiha dom kir: ʺJi ber vê yekê Tirkiêy hewl dide vê pirojeyê derbe bike. Xwesetin rêveberiya xweser wekî ya girêdayî partiyekî destnîşan bikin, ya rast rêveberiya xweser bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê pêk hatiye.ʺ

Ilham Ehmed di dawiya axafitna xwe de da zanîn ku dê pirojeya gelê herêmê serbikeve û hemû pîlanên dijberan binbikevin.

Civîn bi nîqaşan dewam kir. Rûspiyekî Êla El-Zibêd ê bi navê Dunûn Ehmed axivî û got ku sîstema Fedralî ne parçebûne û got ku kesên ji Istembolê diaxivin dixwazin pêşketinên li Rojava reş nîşan bidin. Divê hemû pêkhate li dijî pîlanên Erdogan hêza xwe bikin yek. 


 ANHA / GIRKÊ GELÊ