Kongreya 3’an a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku li Tebqayê pêk hat, bi dawî bû.
Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) cara sêyan, duşema bihurî li Tebqayê bi beşdariya 270 delegeyan pêk hat. Di kongreyê de Emîne Umer û Riyad Derar weke hevserokên nû hatin hilbijartin.
Encamnameya kongreyê jî doh hat belav kirin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) 16’ê Tîrmeha 2018’an li bajarê Tebqayê bi dirûşma ‘Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeya Demokratîk a ne navendî ve’ û bi beşdarbûna qederê 300 delegeyî û mêvanên ji nûnerên hêz, partî, deste û rêxistinên rêveberiyên xweser û ên sivîl, QSD, kesayatên ji mixalefeta derve û ya hundin kongreya xwe ya sêyem li dar xist.
MSD banê rêveberiya xweser e
Encamnameyê bi bîr xist ku peyamên pîrozbahiyê ji aliyê partî û hêzên Kurdî, Erebî, kesayetên civakî ve hatin şandin ku piştgiriya kongreyê û têkoşîna wê kirine. Encamname li ser mijarê wiha dewam dike: “Di vê pêvajoya berdest de pêdivî bi nêrîneke demokratîk û rêxistinî û bi berpirsyariyê heye. Her wiha divê mirov ji nêzîkatiyên berjewendiyên partiyan jî xwe vegirin. Li ser vê Meclîsa Sûriyaya Demokratîk banê rêveberiya xweser û meclîsên sivîl, banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Beşdaran diyar kiriye ku çareseriya siyasî û diyalog rêya xilasbûna ji krîzê ye.”
Projeya Sûriyeya Demokratîk ya herî rast e
MSD´ê bi encamnameyê da zanîn ku mekanîzmeya Meclîsan hatiye guhertin û got, “Li gorî wê tekezî li ser e ku doza niştimanî bingeha çareserkirina dozên civakî ye, di nav de dozên girêdayî mafê pêkhateyan hate kirin.
Beşdaran damezrandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk nirxand û weke gaveke ber bi çareseriya aloziyê Sûriyeyê ve destnîşan kir û dibînin ku nêrîna wê ya ji bo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn ya herî rast e û damezrandina projeya Sûriyeya Demokratîk hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkmen û hwd pêk tîne.”
Bi encamnameyê, MSD´ê diyar kir ku di Kongreyê de gelek biryar hatine girtin û hin xalên rêziknameyê hatine guhertin û wiha dewam kir: “Dîsa jî tekezî li ser domandina xeta stratejîk li gorî mekanîzmeya sazbûnê, nirxên biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan û yekîtiya çarenûsa gel dike.”
Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê
Encamname balê dikişîne ser dagirkeriya li Tirkiyeyê û ji bo bidawîkirina vê dagirkeriyê jî dibêje, “Beşdaran diyar kir ku ew ê bi hemû rêbazan dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk bibin û hemû biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya li Şehbayê hate lidarxistin, pêk bînin û bi hemû saziyên niştimanî, herêmî, cîhanê ji bo vegera gelê Efrînê bixebitin.”
Li ser hilbijartina hevserok û endamên serokatiya meclîsê jî di dawiya encamnameyê de ev agahî hatin dayîn: “Beşdaran di dawiyê de Emîne Umer û Riyad Derar wekî hevserokên meclîsê hilbijartin û Îlham Ehmed jî wekî Seroka Desteya Rêveber a meclîsê hilbijart. Her wiha 41 endamên meclîsa serokatî ya meclîsê, di nav de 20 jin, hatin hilbijartin. Endamên desteyê jî di civîna yekemîn de wê werin hilbijartin. Endaman soz da ku ew ê xeta şehîdên azadî û demokrasiyê bişopînin û ji bo avakirina pergaleke ne navendî û demokratîk li Sûriyeyê bixebitin.”
TEBQA