
Tiştekî ne mu kin nçîne, dema ku mirov karibe texeyul bike. Yek ji îsbatên vê jî Îsmaîl Zulfic ê 6 salî ye. Ew li Bosnayê bê dest û çeng hatiye dinê û di lingekî wî de jî qisûr hene. Lê wî nehiştiye ku ev endamên bedena wî yên kêm pêşiyê lê bigirin ew bibe şampiyonek. Dê û bavê wî Îsmaîl Zulfic şandine dersên soberî û avjenî ji ber sedemên psîko-terapiyê. Dê û bavê wî qet li bendê nebûn ku ew evqasî serketî be. Wî gelek madalyayên zêrîn di soberiyê û kaşana di berfê de bi dest xistine. Herî dawî jî li Xirwatistanê di temenê xwe de bû şampiyonê soberiyê. Bavê wî Ismet Zulfic dibêje, mirov dikare bi gotinan vê yekê terîf bike, divê mirov tecrûbe bike.
SARAYEVO