Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di daxuyaniya dayî de got ku ger mudaxeleya leşkerî li hemberî Îranê bê kirin, wê ev yek xeletiyek pir mezin be.Piştî daxuyaniya ‘dibe a niha mudaxeleya leşkerî pêk were’ ya Serokkomarê Îsraîlê Shimon Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got; “Helwesta me ya di vî warî de tê zanîn. Ev wê bibe sedema xeletiyeke pir meizn.”
Lavrov piştî bi Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê Eamon Gilmore hevdîtin pêk anî, daxuyanî da û got; “Tu hewldanên leşkerî ji bernameya nukleerê ya Îranê re nabe çare.”
Rapora bernameya nukleerê ya der barê Îranê de ku ji aliyê Saziya Enerjiya Atoyê ya Navnetewî (SEAN) ve hatibû amadekirin, dihate payîn ku van rojan bê weşandin, lê beriya weşandin, rapor kete destê çapemeniyê.Tê ragihandin ku ger Saziya Enerjiya Atoyê ya Navnetewî (SEAN) careke din xwe bigihîne delîlên ciddî, wê demê pêşbîniyên ku Îsraîl bi tena serê xwe bikeve nava liv û tevgerê, zêde dibe.

DYA’yê ragihandibû ku ew ji biryara hikûmeta Îsraîlê ya beriya bi DYA’yê re bişêwire, DYA’yê dixe nava fikaran. Bi daxuyaniyên ku ji aliyê Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres demên dawiyê dabû, diyar kir ku mudaxelekirina Îsraîlê muhtemeltir bûye û bang li civatên navnetewî kiribû ku li hemberî Îranê bikevin nava liv û tevgerê. Lavrov diyar kir ku mudaxeleyek leşkerî ji bilî windahiyên can û êşên mezin tiştek din bi xwe re nayne.

MOKSOW