DYE’yê ku ji ber krîza girtina rahîb (pastor) Brunson li dijî du wezîrên AKP’yî biryara mueyîdeyan da, hişyar kir ku mueyîdeyên wê, wê bidomin. Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mike Pence, Recep Tayyîp Erdogan hişyar kir û got, heger rahîb Andrew Brunson neyê berdan, pêkanînên nû wê bên ferzkirin. Pence got, “Hikûmeta DYE’yê mueyîdeyên giran ên aboriyê li ser Tirkiyeyê ferz kirin. Û hikûmet, heta ku Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta Tirk, rahîb Brunson berde û ev mirovê bêguneh ê dînî vegere DYE’yê, wê mueyîdeyên xwe bidomîne.” Rêveberiya DYE’yê pêr dabû xuyakirin ku wan der barê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû û Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul biryara mueyîdeyan daye. Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê, Soylû û Gul ji binpêkirina giran a mafên mirovan berpirsyar in, lewma ketine ber mueyîdeyan. WASHINGTON