
Tifaqa nav partiyan
Endamê polîtburoya YNK’ê ragihand ku divê li ser bernameya siyasî ya hikûmetê tifaqiyek hebe û wiha pêdeçû: “Ji ber her yek ji wan berê ji bo hilbijartinê xwediyê bernameyekê ye. Gelek guftûgo û hevdîtin di navbera şanda PDK û YNK’ê ligel aliyên mûxalifetê yên weke Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan û Komela Îslamî ya Kurdistanê çêbûne. Di encama hevdîtinên ligel aliyên siyasî de pêngavên baş hatine avêtin û bi baweriya min heftiya bê hevdîtin dîsa wê dest pê bikin.”
Zehmetiyên avakirina hikûmetê
Li ser lihevnekirina postên siyasî yên di navbera partiyan de jî Muftî got: “Encamên hilbijartina 21’ê îlonê mehekê dom kir û heta hatin eşkerekirin. Piştre jî pêwîste tifaqî were kirin ku kî wê bibe serokê parlamentoyê, cîgirê serokê parlamento û serkreterê wî. Di hilbijartinên 2006 û 2009’an de YNK û PDK yek lîst bûn. Ji ber wê avakirina hikûmetê hêsan bû û civîn zû çêdibûn. Lê vê carê 5 aliyên siyasî yên din jî hene û dixwazin beşdarî hikûmetê bibin. Ji bo vê jî divê despêkê lihevkirin li ser wê yekê bê kirin wê kî bibe serokê parlamentoyê û cîgirê wî.”
Hikûmeta nîştimanî
Li ser pirsa ‘Derfet heye ku hemû partiyên ketine parlamentoyê, tevlî hikûmetê bibin?’ Muftî wiha got: “Derfet heye û em dixwazin hemû jî beşdar bibin. Ji ber navê vê hikûmetê, ‘Hikûmeta Nîştîmanî ya Berfireh’ e. PDK, YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî , aliyên din ên wekî Partiya Komînîst, Hizba Sosyalîst û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî beşdar dibin. Herwiha em dixwazin nûnerê neteweyên din ên weke, kildan, aşûrî û tirkmen jî di hikûmetê de beşdar bibin. Pêwîstiya vê jî bi diyalogê heye.”
Rewş yekîtiyê ferz dike
Ednan Mûftî bersiva pirsa ‘Hikûmet û parlamentoyek bê mûxalifet gengaze?’ da û wiha got: “Li aliyekê rewşa herêmê nazik e û pirsgirêkên me ligel Bexdayê hene. Herwiha rewşa navxwe ya Sûriyê, peywendiyên me ligel cîranan û ev tiştane hemû dixwazin ku kurd yekrêz û xwediyê yek helwestê bin. Nayê wê wateyê ku mûxalifet namîne û wê her hebe. Lê wê bi wateyekî din be, erkê partiyên li parlamentoyê ye ku wekî mûxalifet di çavdêrîkirina hikûmetê de kar bikin. Ger hikûmet baş be destxweşiyê li wan bike û berevajî jî wezîran ji bo parlamentoyê vexwînin.”
MIHEMED TAHİR/DIHA/HEWLÊR