Di çarçoveya operasyonên eskerî yên artêşa Tirk a li Licê de, gel tên tehdîdkirin û ketin û derketina gundiyana a ji gund tên astengkirin. Ji ber astengkirina beytaran jî gelek heywan telef bûne.
Li 65 gund û gundikên herêma gundewariya navçeya Amedê Licê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi heftane operasyona dayî destpêkirin, dewam dike. Hate ragihandin ku gundî ji aliyê eskeran ve hem tên mexdûrkirin hem jî tehdîdkirin. Li taxên ‘qedexeya derketina derve’ lê hatine îlankirin ketin û derketina gundiyan tê astengkirin.
Welatiyên gund ên debara xwe li ser xwedîkirina heywanan dikin, diyar kir ku li ser nexweşketina heywanên wan, bang li beytaran hatiye kirin lê rê nayên dayîn ku beytar jî bikevin gund. Li ser vê welatî li rêveberên Midûriyeta Çandinî û Sewalkeriyê geriyane û ji bo wan gotine; ‘Li herêmê qedexeya derketina derve heye, em nikarin werin herêmê.’ Ji ber neçûna beytaran, gelek heywan telef bûne. Dîsa agahî ji herêmê tên ku dibêjin, cih bi cih şer diqewime.
AMED