Hemed di daxuyaniya xwe de behsa têkilî û hevdîtinên bi hin berpirsiyarên hikûmeta Sûriyeyê re jî kir û got ku wan bi van berpirsiyaran re li ser imkanên dîtina çareseriyeke Erebî û riyên vê yekê goftûgo kirine. Hemed got ku ev hewldan tev bi riya lijneya wezîran a Welatên Erebî pêk hatiye.
Her wiha tê gotin ku gelek sererastkirin di wê protokolê de hatine kirin da û hin hesasiyetên hikûmeta Sûriyeyê yên derbarê serweriya wê de j îli ber çavan hatine girtin.
Ji aliyekî din ve hevdîtinên di navbera rayedarên Amerîka û Tirkiyeyê de jî zêde bûne û li ser navê Meclisa Netewî ya Stenbolê êdî dixwazin ku rê li ber mudaxeleya leşkerî vebe.
Wekî gava yekemîn niha tê xwestin ku herêmeke tampon were avakirin da ku bi regekî fermî êdî hemû guhertinên li Sûriyeyê di bin siya Tirkiyeyê de werin kirin. Bi vê yekê wê tirk hem rê li ber desthilatdariya hevalbendên xwe yên Birayên Misilman û hem jî wê nehêlin ku Kurd ji van guhertinan sûde bigirin û hin mafên xwe bidest bixin.
Cenazeyên leşkeran
Ji aliyekî din ve li gorî ajansa nûçeyan a SANA’yê cenazeyê 13 leşker û endamên hêzên ewlekariyê yên ku bi destê komên çekdar hatine kuştin li Şamê bi merasîmekê hatin veşartin. Ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê hikûmet behsa komên çekdar dike û muxalefet jî dibêje ew kom bi destê dewletê û hêzên ewlkariyê hatne avakirin . lê tiştê ku niha êdî guman jê nemaye leşkerên ji artêşê veqetyane xwe birêxistin kirine û şerê hêzên ewlekariyê dikin.
Kuştina bi guman
Jı aliyekî din ve pêvajoya zext û tundiyê, kuştin û zindankirinê ya rejîma Sûriyeyê û hêzên wê yên ewlekariyê berdewam dike. Li gorî agahiyên kul i ser rûpelên Facebookê hatin belav kirin ciwanekî Kurd yê bi navê Bedî Ebdilqadir li ser riya di navbera Qamişlo û Dêrikê de hatiye kuştin.
Her di vê derbarê de, roja îna borî piştî xwepêşandanên li bajarê Qamişlo 3 welatiyên Kurd ên bi navê Robar Xelef, Semîr Ehmed û Zinar Ehmed hatin girtin. Herwiha di heman rojê de 6 zarokên ku temenê wan ji 15 saliyê kêmtir hatin girtin û heta niha nayê zanîn ku rewşa wan çi ye an j îli ku tên girtin.
ŞAM
Ciwanên Kurd dikin şirîkê kuştinan
Berî çend mehan Serokê Sûriyê biryar girt ku nasnameyê bide Kurdên ku nasnameya wan nîne. Lê hîn ew biryar bi temamî nehatiye cîbicîkirin, hikûmeta Sûriyê biryarek nû derxist û kesên nasname wergirtine bo leşkeriyê dixwaze. Lê ciwanên Kurd nerazîbûna ji bo çûna leşkeriyê di vê demê de tînin ziman û naxwazin ku bibin aliyekî şer di vê rewşa aloz de. Her wiha ciwanên Kurd tînin ziman ku ev bi salane bav û kalên ji hemû mafan hatine pêbarkirin û niha nû nasname daye wan dest bi birina wan a leşkeriyê dike lewre jî nerazîbûûn zêde dibin û ciwan dibêjim em naçin leşkeriyê.
Lê piştî xwepêşandanên 15’ê adara 2011’an, wekî hewlekê ku Kurdan bêalî bike, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed sozên ku ji çend salan de dayî Kurdan nû kir û di 7’ê Nîsanê de biryara reforman erê kir. Ev çend meh bûn ji bo Kurdan nasname tên dayîn. Li gor wê yasaya Esed, dayîna mafê welatiyê bo Kurdên Hesekê ku weku ‘biyanî’ dihatin binavkirin, hate pejirandin.