Serokê Rêxistina HEP’ê ya Rihayê û Endamê Meclîsa HADEP’ê Muhsîn Melîk ku di 2’ê Hezîranê 1994’an de li taxa Yenîşehîrêya Rihayê di êrîşa çekdarî de li gel ajokarê xwe hate qetilkirin li ser gora xwe ya goristana Harranê hate bibîranîn. Di bîraninê de Serokê BDP’a Rihayê Adnan Etlî, endam û reveberên BDP’ê yên Riha û navçeyên wê û malbata Melîk amade bûn. Komê piştî li ser gorê rêz girt û dua xwendin bkelav bûn. Heyeta BDP’ê piştî ziyareta goristanê malbatên endamên HPG’ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.

RIHA