Bi sedan kesên li Jara Gola Çeto hatî gel hev, di hizûra pîr û dayikan de Diaya Qadê xwendin. Bi Gulbangan re Çera hatin şiyarkirin û mihrîcanê dest pê kir. Piştî şiyarkirina Çeran, find hatin pêxistin, dayikan miradên dilê xwe anîn ziman û lorandin. 


Lê bawerî neguherî

Menşure Dogan a ji Ocaxa Derwêş Cemal di gotûbêjê de axivî û di rêya heq de behsa jinê kir. Pîrê Ocaxa Seyîd Seyfettîn, Hasan Sonmez jî li ser heqîqet û zayîna heqîqetê nirxandin kirin. Sonmez eşkere kir ku heqîqet di dilê mirovan de ye û got: “Heqîqeta me ya pêşeroj û paşerojê heye. Di cîhanê de gelek tişt guherîn, lê bawerî neguherî.”

Ji Ocaxa Pîr Sevdînê, Pîr Riza Katurman destnîşan kir ku dema Dersim tê gotin, komkujî tê bîra mirovan û weha peyivî: “Di ser komkujiyan re 70-80 sal derbas bûn, lê gelê Dersimê dest ji çand, dîrok û baweriya xwe berneda.” 


 DERSIM