Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Swêdê danûstandinên dîplomatîk dike li paytext Stockholmê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Di civîna çapemeniyê de Ehmed bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û encamên êrîşan û got, hedefa êrîşên dewleta Tirk tevî Kurdan Ereb, Asûrî-Suryan, Tirkmen û penaberên ji şer reviyane.

Ehmed anî ziman ku Tirkiyeyê êrişî herêmên herî aram û aştiyane yên Sûriyeyê kiriye û ragihand ku tevî hewldanên wan hemûyan ji bo lihevkirin û çareserkirina pirsgirêkê bi rêya diyalogê dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya şer û dagirkeriyê de israr kiriye.

Ehmed got, “Ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Bi giştî nêzî 500 mirovên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Rewş cihê fikarane, bi sed hezaran mirov neçar man xaka xwe biterikînin. Hêzên alîkariyê yên li herêmê hemûyan xwe vekişandin.”

Ehmed di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li hemû welatan û saziyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û dagirkerî û drama li Bakurê Sûriyeyê bi dawî bikin.