
Parêzer û nivîskar Şêx Salarî Hefîd neviyê Kak Ehmedî Şêxe û di sala 1946’an ji dayîk bûye. Çend pirtûkên wî der barê Kurdîtiyê de hene û pirtûka xwe ya dawî bi navê Kurdistan Kikyan bi zimanê Erebî nivîsandiye. Di pirtûkê de çend belgeyên der barê dîroka Kurdistanê de eşkere dike.
Der barê naveroka pirtûkê de Şêx Salarî Hefîd ji ajansa ROJ NEWS’ê re axivî û wiha got; “Min di vê pirtûkê de çend belge der barê dîroka gelê Kurd de bi çavkaniyên belgeyên navnetewî eşkere kirine ku bandorekî erênî ya mezin dike û heya niha jî bandora xwe li ser me heye.”
Şêx Salar wiha jî got; “Her di pirtûkê de ji hatiye nivîsandin, piştî dawî hatina Şerê Cîhanê yê Yekemîn peymana Mûdras li Qahire hat çêkirin. Di kongreyê de Serokê Brîtanya yê wê demê Çerçil ji bo endamên kongreyê got ‘Me soz ji bo Kurd, Ermen û Ereban daye ku piştî rûxandina dewleta Osmanî, dewlet ji bo wan were çêkirin. Lê belê em niha dikarin ji bo yek ji van dewletekê çêbikin û ji ber wê hûnê biryar bidin ku ji bo kê dewlet were çêkirin. Endamên ku tevlî kongreyê bûyin bi giştî biryar dan ku ji bo Ereban dewletek were çêkirin ji ber wê çend dewletên Ereb hatin avakirin û di sala 1921 da dewleta Iraqê ava bû, bêyî ku Wîlayeta Mûsil li ser be.”
Fersend têk çû
Şêx Salar balkişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û wiha got; “Di sala 1991’an de Neteweyên Yekbûyî bi hêcetên binpêkina van mercan nehêlişt Hikûmeta Iraqê bikeve xaka Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku Hikûmeta Iraqê sala 1938’an gelê Aşûriyan bi komkujiyê re derbas kir. Di sala 1948’an hêzên Îsrailê ji Iraqê derxist. Di sala 1972 de komkujiya Êzîdiyan kir. Di sala 1986-88 gelê Kurd Enfal kir û kîmyabarana Helebce pêk anî. Li beramberî van binpêkirina Neteweyên Yekbûyî biryar da ku navçeyekî yê parastinê ji bo Kurdan were avakirin di sala 1991’an de. Lê mixabin ew ji bêdeng bûn li beramberî van sûçên dewleta Iraqê ji ber ku di demê xwe de li gorî berjewendiyên wan bû.”
Kurd pêşdikevin
Di dawiya axaftina xwe de Hefîd wiha got; “Li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşin ji bo azadiyê heye. Li Rojavayê Kurdistanê serkeftinên baş hatine bidest xistin. Li Bakûrê Kurdistanê ku ew xebatên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dike gûhertin çêdibin.
DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ