Çeteyên DAIŞ'ê, di 7'ê Hezîranê roja Şemiyê de li hemberî Mûsilê dest bi pêleke nû ya êrîşê kir. Bajar îro bi temamî ket bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê. Rayedarekî ji Wezareta Karên Hundir got, "Bajarê Mûsilê êdî ji kontrola dewletê derketiye û ketine destê serhildêran."

Beriya niha gelek tax ketibûn destê çeteyên DAIŞ'ê û komên dijberên hikûmetê. Di roja êrîşan destpê kirin de Kurdên Şebekanî hedef hatibûn girtin. Di êrîşên xwekujî yên bi du wesayîtên bombebarkirî yên li gundê El Muwafakiye yê li rojavayê bajêr de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 45 kes birîndar bûbûn.
Piştî rojekê Serokê Meclîas Wîlayeta Mûsilê Başar Kîkî dabû ku di navbera DAIŞ û hêzên Iraqê de pevçûn dewam kirine û gotibû, "Beşeke bajêr bi temamî ketiye bin kontrola DAIŞ'ê."
Pevçûn, dûre dijwartir bûn. Çeteyên DAIŞ'ê li vê derê sivîl hedef girtin û bi hovane ew qetil kirin. Li hemberî cihên sivîl lê bûn êrîşên bombeyî û xwekujî lidar xistin. Di nava çend rojên dawî de bi dehan sivîl, leşker û pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.  Ji ber êrîşan Kurdên Êzidî û Şebekan bi awayekî girseyî ji herêmê reviyan û xwe li Herêma Kurdistana Federal girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî di daxuyaniya xwe ya îro de ji gelê Kurdistanê xwest ku alîkariyê bide Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî û hemû gelên din ên ji Mûsilê reviyane. Barzanî bang li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî kir ku alîkariyê bide.
Der barê tevgereke pêşmergeyan de ti daxuyanî nehat dayîn. Lê belê hêzên pêşmergeyan ên li ser sînor hatin zêdekirin. Hêzên Asayîşê jî li hemberî êrîşên gengaz di alarmê de ne. Wezareta Pêşmergeyan got, "DAIŞ nikare aramiya li Herêma Kurdistanê têk bibe." Berdevkê Wezaretiyê Cebbar Yaver diyar kir ku ew li pêşberî êrîşên gengaz amade ne û hînê ji bo bikevin nava tevgerê ti ferman ji wan re nehatiye dayîn. Di rewşa heyî de pêşmerge di pozîsyona temaşevanan de ye.

PDK û YNK'ê avahî vala kirin  

Partiyên PDK û YNK ên li Herêma Kurdistana Federal serdest in, piştî êrîşên li Tuz Hurmatu ya nêzî Kerkûkê, biryar dan avahiyên xwe yên li Mûsilê vala bikin.
Di 9'ê Hezîranê de li ber avahiyên YNK û Partiya Komunîst a Kurdistanê yên li Tuz Hurmatuyê du teqînên dijwar rû dan. Yek jê êrîşeke xwekujî ya bi kamyoneke bombebarkirî bû. Di êrîşên li Tuz Hurmatu de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 185 kes jî birîndar bûn. Berpirsyariya vê êrîşê çeteyên DAIŞ'ê girtin ser xwe.
Li Celewla ya 323 km dûrî Mûsilê jî rojek berê, di 8'ê Hezîranê de di êrîşên bombeyî yên li hemberî YNK û Asayîşê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Berpirsyariya vê êrîşê jî çeteyên DAIŞ'ê girt ser xwe.
Yek ji berpirsyarên PDK'ê yên li Mûsilê Saîd Memozînî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku PDK û YNK'ê avahiyên li Mûsilê vala kirine.  Wekî din li gorî hin rayedarên Kurd, çeteyên DAIŞ'ê di şeva 9'ê Hezîranê de balafirgeha Mûsilê ya du balafirên şer lê ye xistiye bin kontrola xwe û dest daniye ser 200 çekên doçka.
Di êrîşeke bombeyî ya li ser rêya Mûsilê de jî 4 Kurdan jiyana xwe ji dest dan.

Nêzî sînorê Til Koçer bûne  

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Rojava hatin wergirtin çeteyên DAIŞ'ê, Rabia ya ser bi Mûsilê, ku li pêşberî Deriyê Sînor ê Til Koçerê ye, xistine bin kontrola xwe. Til Koçer a di navbera vir û Rojavayê Kurdistanê de beriya niha di destê DAIŞ'ê de bû. Lê belê di encama operasyonên YPG'ê de di 26'ê Cotmeha 2013'an de Til Koçer hatibû rizgarkirin. Deriyê Sînor ê Rabia yê li pêşberî Til Koçerê jî ketibû destê artêşa Iraqê.
Çeteyên DAIŞ'ê, ku di meha Çileyê de li herêma Anbarê temamiya bajarê Fellûce û hin taxên bajarê Ramadî xistin destê xwe, di 7'ê Hezîranê roja Şemiyê de, zanîngeha Ramadî ya 100 km li rojavayê Bexdayê dagir kirin û xwendekar dîl girtin. Piştî pevçûnên dijwar ên rojekê Wezareta Karên Hundir a Iraqê da xuyakirin ku hemû xwendekar hatine rizgarkirin. DAIŞ, vê zanîna ku xwendekarên jin û mêr bi hev re dixwînin, jin makyajê bikar tînin û li muzîkê guhdarî dikin weke "kerxaneyê" dibîne.  Li Samara ya 100 km li bakurê Bexdayê, piraniya wan di êrîşên DAIŞ'ê de zêdeyî 200 kes ji roja Pêncşemê û vir ve di şer û bûyerên tundiyê de mirin. 

HEWLÊR