Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de artêşa Iraqê li Rojavayê Mûsilê jî operasyonê dewam dike. Heşdî Şebî ragihand ku hêzên wan li Başûrê Qeyrewanê du gundên din kontrol kirine. Li aliyê din bîlançoya operasyona Mûsilê jî ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat eşkerekirin, heta niha 16 hezar û 467 çeteyên DAIŞ´ê hatine kuştin.

Fermadariya Heşdî Şebî doh derbarê bipêşketina hêzên xwe ji bo rizgarkirina hawîrdora Mûsilê de daxuyaniyek da û da zanîn ku hêzên wan  du gundên ser bi bajarokê Qeyrewanê kontrol kirine.

Fermandariyê her wiha got, “Tugaya 14´ê ya Heşdî Şebî gundên Sirî Kerahî ku li başûrê bajarokê Qeyrewanê yê li rojavayê Mûsilê ye, kontrol kirine. Her wiha Tugaya 13´an a Heşdî Şebî jî gundê Tel Zelî li heman deverê ji çeteyan paqij kiriye.”

Fermandariyê di dewama daxuyaniyê de got: “Hêzên Heşdî Şebî li gorî bername û plana danîne ber xwe bi pêş ve diçin.” 

Heger operasyon serketî tevahiya gundewarên Mûsilê li Rojavayê bajêr bimeşe, ev ê tehlûkeya êrişên DAIŞ´ê ji aliyê sînor ê Iraqê li dijî Rojavayê Kurdistanê kêm bike, pê re jî deriyekî nû yê bazirganiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Bakurê Sûriyê veke. Diheman demê de li gorî çavdêrên eskerî ev ê barê operasyona rizgarkirina operasyona Reqayê jî sivik bike.    

Bîlançoya şerê Mûsilê

Doh hêzên hevbeş yên Iraqê daxuyaniyeke din da çapemeniyê û bilançoya şer ya giştî ya operasyona Mûsilê ragihandin. Li ser navê fermandariya operasyona Nînowa Yehya Resul axivî û got, “Ji roja destpêkê ya operasyona Mûsilê heta nina 16 hezar û 467 çeteyên DAIŞ’ê hatine kûştin.”

Fermandariyê bi berdewamî got, “Aliyê rojhilatê Musilê ji sedî 100 dibin kontrola hêzên ewlekariya Iraqê de ye û jiyana giştî ya welatiyan asayî bûye.”

Fermandar Yehya Resul bal kişand ser aliyê Başûrê Rojavayê Mûsilê ku hêzên Heşdî Şebî li wir ber bi bajarokê Qeyrewan û Behacê di pêşrewiyê de ne.

Di heman daxuyaniya çapemeniyê de berdevkê hêzên hevpeymaniya li dijî DAIŞ’ê John Dorian eşkere kir ku heta niha 300 wesayîtên bombebarkirî û 200 tunelên DAIŞ’î jî hatine têkbirin.

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê di demeke nêz de mizgîniya kontrolkirina Mûsilê were dayîn û daxuyanî wiha berdewam kir: “Gelek ne maye ku DAIŞ, bi temamî ji Mûsilê were derxsitin û ber bi tinebûnê ve biçe. Wê di demeke nêz de şahiya kontrolkirina Mûsilê were li darxistin.” 



MÛSIL